Diyarname
Dadgehê piştî mebûsa serbixwe Leyla Zana vê carê cezaya hepsê da mebûsa serbixwe ya Wanê û Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk.
11'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê ji ber axaftina wê ya di 1'emîn Kongreya Awarte ya DTP'ê û di daxuyaniyeke çapemeniyê de, bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê" kiriye salek û 15 meh cezaya hepsê li Aysel Tugluk birî.
DTP'ya hatiye girtin di 28'ê reşemiya 2008'an de kongreya xwe li dar xistibû. Her wiha di 2'yê adara 2007'an de li navenda giştî ya DTP'ê daxuyaniya çapemeniyê hatibû dayîn. Tugluk jî di van her du deran de axaftin kiribû.
Her wiha Dadgela Bilind du roj berê cezaya 10 sal hepsê ku 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê li Leyla Zana birîbû, pesend kiribû.