ENQERE
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari di salvegeda êrîşa DAIŞ'e ya ku di sala 2016'an de li Dîlokê çêkiribû û 56 kurd hatibûn kuştin daxuyanî belav kir.
Hevserokên DEM Partî Bakirhan û Hatîmogûllari bi ser hesabên xwe yên X'ê re cuda cuda peyam belav kirin. Hatimogullari di peyama xwe de wisa got: “Berî 9 salan li Dîlokê di êrşa DAIŞ’ê de 40 jê zarok 56 welatiyên me yên ku jiyana xwe ji dest dan ez bi minetdarî bibîr tînim. Divê bi wan kesên ku jiyana kurdan tune dihesibînin û mala dawetê vediguherînin mala şînê re hevrûbûnek çêbibe û berpirsiyar derkevin holê. Aştiya bi rûmet ne bi înkarê lê bi heqîqetê ava dibe. Me qetlîamên Dîlok, Reyhanli, Pirsûs, Amed û Gara Enqereyê ji bîr nekirin û êm ê jibîr nekin.”
Bakirhan jî wiha nivîsî: “Ez kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînim. Qetlîama Beybahçeyê ne tenê trajediyek e lê di bîra me de birîneke bê derman e. 9 sal bi ser re bihurîn lê hêj edalet pêk nehatiye. Bi hevrûbûna vê qetlîamê re dê rêya rastîn a aştiya civakî vebe. Em ê dengê xwe yê ji bo edalet, heqîqet û aştiyê her tim bilind bikin.”


