Welatên Almanya, Avusturya û Swîsreyê ku kredî dida Bendava Ilisûya ku dê Heskîfê noqav bike, dayîna krediyê betal kirin. Her sê welatan da zanîn ku Tirkiyeyê soza xwe neaniye cih.
Li ser Newala Dîcleyê Tirkiye dixwaze Bendava Ilisû çêbike. Dema ev bendav çêbibe dê Heskîf di bin avê de bimîne. Ji Ewropayê sê welat Almanya, Avusturya û Swîsreyê ji bo çêkirina bendavê dê kredî bida Tirkiyeyê.
Li gor nûçeya Delîl Firat a di ANF'ê de her sê welatan îro biryar dan ku piştgiriya xwe ya krediyê betal bikin. Wan di biryara betalkirina krediyê de dan zanîn ku ji ber Tirkiyeyê di warê parastina hawirê, parastina mîrateya çandî û çêkirina avahiyan de soza xwe neaniya cih wan piştgiriya xwe bi paş ve kişandiye.
Tirkiye ji salên 1980'yan ve dixwaze Bendava Ilisû ku 19 santralên elektrîkê jî di nava xwe de dihebîne çêbike. Ji roja roj de jî hawirparêz û Heskîfhez li dijî vê projeyê derdikevin.
Li bendê ne ku îro ev beryara ku her sê welatan daye ragihîne Tirkiyeyê.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Sezen Aksu jî piştgirî da Heskîfê
- Em destûrê nadin ên ku dixwazin Heskîfê têk bibin
- Şaredarê Batmanê ji bo Heskîfê name şand
- Yaşar Kemal jî piştgirî da Heskîfê
- Ji Hewldana Jiyandina Heskîfê bangeke nû
- Orhan Pamuk ji bo Heskîfê name îmze kir
- Ji bo Heskîf û Newala Dîcleyê îmzayek
- Tarkan ji Guney bo Heskifê piştgirî xwest


