Diyarname
Romanûsê navdar Yaşar Kemal jî pişgirî da kampanyaya îmzeyan a ji bo Heskîfê.
Komeleya Xwezayê û kovara Atlasê ji bo Newala Dîcle û Heskîf bikeve nav lîsteya Mîrateya ÇanDî ya Dinyayê ya UNESCO'yê kampanyayeke îmzeyan dabû destpêkirin. Piştî kesên wekî Tarkan, Orhan Gencebay, Orhan Pamuk vê carê jî nivîskarê navdar Yaşar Kemela piştgiriya xwe ya ji bo kampanyayê eşkere kir.
Yaşar Kemal ku daxwazname îmze kir da zanîn ku civak3en ku xwezayê, dîrokê û çandê têk bibin dê li ser piyan nemînin û wiha bendewam kir: "Ji dil ez bawerim ku têkbirina xwezayê sûcê herî mezin e. Ev sûc bi tu awayî nayê efûkirin. Heta îro min çiqas mirovahî parastibe min ew qasî xwezaî parastiye. Divê em vê bizanibin, roja ku xweza têk biçe dê mirovahî jî têk biçe. Demekê digotin ji bo pêşketina aboriyê bê bendavan nabe lê bendavên ku ne bi zanistî hatin çêkirin xweza têk bir."
Kemal li ser kampanyayê û Heskîfê jî wisa got: "Kampanyaya ku Komeleya Xwezayê ji bo Heskîfê daye dest pê kirin ezê heta dawî biparêzim. Heskîf mîrateyeke dinyayê ye û divê wekî Qada Mîrateya Dinyayê ya UNESCO'yê bê hesibandin."
**
Nûçeyên eleqedar:
- Ji Hewldana Jiyandina Heskîfê bangeke nû
- Orhan Pamuk ji bo Heskîfê name îmze kir