Stenbol
Nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê Orhan Pamuk jî daxwaznameya ji bo parastina Heskîfê îmze kir.
Komeleya Xwezayê û kovara Atlasê ji bo projeya bendava Ilisû bê betalkirin û Heskîf bê rizgar kirin daxwaznameyeke amade kiribû.
Niha nivîskar Pamuk jî daxwazname îmze kir û piştgiriya xwe pêşkêş kir.
Di daxwaznameyê de tê xwestin ku Newala Dîcleyê ku Heskîf jî têde ye wekî Qada Mîrateya Dinyayê ya UNESCO'yê bê qebûlkirin.
Daxwazname dê ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, Serokwezîrê Avusturyayê Werner Faymann û Serokwezîrê Swêdê Hans-Rudolf Merz re bê şandin.
Berî Orhan Pamuk kesên wekî hunermend Tarkan û Orhan Gencebay jî ev daxwazname îmze kiribûn.
***
Nûçeyên eleqedar:


