Batman
Şaredarê Batmanê Nejdet Atalay li rayedarên Avusturya, Almanya û Swîsreyê re name şand û xwest ku piştgiriya xwe ya krediye ya ji bo Bendava Ilisûyê bi paş ve bikişînin.
Bendava Ilisû dema bê çêkirin dê Newala Dîcleyê têk biçe, Heskîfê xwedî dîrokek 12 hezar salî jî di bin avê de bimîne. Heskîfî, hezkiriyên Heskîfê heta niha her ketine nav helwdanan ku bendav bê betalkirin. Şaredarê Batmanê yê DTP'yî yê berê Huseyîn Kalkan ji bo Heskîfê ketibû nav hewldanan. Û niha Şaredarê Batmanê yê DTP'yî yê nû Nejdet Atalay jî ket nav helwdanan.
Atalay ji rayedarên welatên Avusturya, Almanya û Swîsreyê re name şand re şand û wiha got: "Tu projeya bendavek ji aliyê aborî ve çiqas baş dibe bila bibe nikare Heskîfa antîk ku xwedî dîrokek 12 hezar salî têk bibe. Heskîf ji aliyê mîrateya çandî ve dilê herêma me ye. Beşdariya we ya vê projeyê dê bi xwe re bêbaweriya me ya ji bo polîtîkayên we bîne. Li Tirkiyeyê kampanyayê li hemberî bendavê her ku diçin xurt dibin. Em dibêjin ku ev proje projeya TirkieyYê ye û biryara dawî dê li vê derê bê dayîn. Wê çaxê bêyî bandoreke ji derve li vê projeyê hebe ji bo têkoşîna me rê vekin. Ger hûn piştgiriya xwe bidomînin hûnê dîrokeke mirovahiyê têk bibin û bi deh hezaranmirovan feqîr bikin."
Nûçeyên eleqedar:
- Yaşar Kemal jî piştgirî da Heskîfê
- Ji Hewldana Jiyandina Heskîfê bangeke nû
- Orhan Pamuk ji bo Heskîfê name îmze kir
- Ji bo Heskîf û Newala Dîcleyê îmzayek
- Tarkan ji Guney bo Heskifê piştgirî xwest