logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Çîroknûsê Bajarê Çiminjê: Çiya Mazî û Bahola wî

Mirov bi baldarî 14 çîrokên pirtûka Baholê bixwîne, dê reh û rîşalên nivîskariya Çiya Mazî bi dest bixe.

  • Dîrok: 01/06/2012
  • Beş: Serbest

Yaqob TILERMENÎ

Min di nivîsa xwe ya der barê çîrokên pirtûka “Mistek Jiyan” a Çiya Mazî (avrêl 2003) de wiha gotibû: “Di wêjeyê de bidestxistina şêwaz ango resenîyê, bi karê domandin û bidestxistina bingehekî zexim ve girêdayî ye. Ji her wêjekarî re afirandina deng, reng û hebûnê, meseleyeke esas û girîng e. Çinku cihêrengiya wêjekaran ji hêla rexnegiran ve tê eşkerekirin. Ji ber ku kesên rexnegiriyê dikin, dikarin ji gotarekê, ji rêzikekê, ji navekî an jî ji paragrafekê derûnî, şexsiyet, ast û xurtbûna wêjekarekî hîn bibin. Bi vê sedemê di wêjeyê de hebûna rexnegiran, bi hebûna wêjekarên resen û xwedî berhemên xurt re derdikeve holê.”
Digel ku 9 sal di ser vê destnîşankirina min re bihurîne jî, hîna wêjeya kurdî bi heterî ji teref rexnegirên wê di parzûna rexneyeke resen re nehatine derbaskirin. Dema ku mirov bala xwe dide hin nivîsên li ser malperên înternetê jî, bêtirên wan bi hestyariyekê û bi armanca reşkirin ango xweşkirinekê hatine nivîsandin. Tew carinan bêyî ku li ked û êşkêşana nivîskêr a salan were fikirîn di carekê de dara nivîskêr ji kokê de tê birrîn. Kesên ku li van nivîsan govaniyê dikin jî, bi navê şîroveyê hew namîne ku nivîskêr şeqebeqe bikin. Ji qewla T. Adorno “Di roja me de çand her tiştî dişibîne hevdu… Hemû dinya di parzûna endustriya çandê re tê derbaskirin.”, mirov dibîne ku endustriya çandê di roja me de destwerdanek çawa li rexneyê kiriye û ji dêleva dahûrandina berheman bi tenê rê ji danasandina pirtûkan re vekirî hiştiye. Ez jî, bi vê nivîsa xwe, nikarim hem ji Yezdên re û hem jî ji Şeytên re xizmetê bikim; yanî nikarim hem danasîn û hem rexne-nirxandina berhema Çiya Mazî ya bi navê Baholê bi hev re bikim.
Bi qasî Çiya Mazî nas dikim li gora maweya 15 salan, bêtir wî têkîldarî bajarê Mêrdînê bi bîr tînim. Ji nivîsa wî ya salên 1990’î ya bi navê “Bajarê Çiminjê” ku min di rojnameya Welat de xwendibû û heta niha, wî wekî hêmayekê, bêyî bajarê Mêrdînê nikarim bifikirim. Ji lewre, wî her tim ji serê wî çiyayê bilind deng bi pênûsa xwe xistiye û êşên salan ên netewekê bi qedîmiya hezar salan ragihandiye xwînerên xwe. Gelên pir ol û pir ziman belasebeb ji bajêr re negotine, ‘bi şev gerdenî, bi roj goristanî ye’ û jixwe mirov vê destnîşankirinê di bêtirên çîrokên çîroknûsî de jî dibîne. Digel ku îro Mêrdîn ji bo desthilatdar û rayedaran bûbe deriyê qezenc û rantxwiriyê jî, hunermend û nivîskarên wekî Çiya Mazî ku bi bûneweriya xwe hêzê didin giyanê wê qedîmiyê jî, hene.
Mirov bi baldarî 14 çîrokên pirtûka Baholê bixwîne, dê reh û rîşalên nivîskariya Çiya Mazî bi dest bixe û di nexşeya çîroknûsiya wî de bi hêsanî bigihîje şikeft û newalên hişberiya wî. Ji çîrokan jî tê famkirin ku li bajarekî biçûk mirov çiqasî ditengije û dixwaze ji dirb û bendên lêkirî derbas bibe. Lehengê wî dixwaze ji bajarê bilind bi per û bask bibe û di ser berriya fireh re biçe diyarekî dûr; ancax mirov tê digihîje ku ew ji ber deriyê mala xwe nikare gavekê bavêje û di nava gêjgerînekekê de girtî dimîne (Serpêhatiya Min Î Ber Derî). Dû re pirsgirêka xwe ya mezin bi lingên xwe re dijî, “Nigên wî li ber çavan bûbûn wekî du dûvpişkên mezin. Êdî nedixwest li wan binêre. Bi hêrs radibû ser piyan û serê xwe li dîwarê himber dixist… û hey digot, ‘Ma ev çi nig in law?’. ” (Ev Jî Nig In Qey?).
Carina ji gelên din ên ku bi pozbilindî li kurdan dinêre zîvêr dibe. Bi rêya nameyekê namobûyînekê di nava berhem û xwîner de çêdike û lehengê xwe yê kurd dike evîndarê jina ereb: “Ereba min, wekî min got, bajar bajarê me her duyan e. Yanî em jî lê dijîn û hûn jî lê dijîn, lê omidîyên we dibêjin, ev bajar ê me ye. Em ereb in. Baş e, lê em jî kurd in.” (Erebê). Mirov ji nameya leheng tê digihîje ku ji tawanbariyekê bêtir gazina mirovekî bindest e ku dixwaze ragihîne gelen dîtir.
Asoxî, leheng radihêje bahola xwe û bi lêsiwara wekî marê ço li serî ketî, bi trênê dest bi rêwîtiyeke tirsnak û bêdiyar dike. Hemû hebûna xwe di bahola xwe ya kevin de bi cih dike û terk-î diyar dibe. Ji ber niştecihan direve, niştecihên ku dikarin mirovekî biaqil ber bi dînîtiyê ve bibin û bibin sedem ku ew dîn agir bi pirtûkxaneya kafeyekê bixe (Leylan Cafe). Bêhna wî “her tim li vî bajarî fireh jî dibû û teng jî. Her ku teng dibû min cih diguherand û vedigeriya bêhna min. Lê belê îjar teng bûbû û bi şûn de venedigeriya.” û ew jî bi “baholeke hinekî kevin, navê min bi qelema risas li ser bû. Ez diçûm ku illehîm ev bahol bi min re dihat.” li bajarderya rêwîtiya xwe bi dawî dike. Desmala sor a ji bavê yadîgar mayî, ji qutiya di baholê de derdixe, “rabûm ser xwe. Min berê xwe da behrê, destê xwe bilind kir, çavên xwe girt û heta hêz di min de hebû, min ew virvirand nava pêlan.” û dest bi jiyaneke dinê dike.
Çîrokên di pirtûkê de sînorên rastiya jiyana nivîskarekî di bajêr de asêmayî, bi vegotineke absurd –ango îronîk- di sînorên postmodernîteyê re derbas dike û asta çîroknûsiya xwe derdixe radeyeke dîtir. Li dû sê pirtûkên çîrokan mirov ji çîrokên dawî tê digihîje ku pênûsa Çiya Mazî li qonaxekê bi cih bûye û dê nivîsandina çîrokên bi vê şêwaz û reseniyê berdewan bike. Qet nebe ez wiha difikirim û dixwazim ew ji vê yeka xwe danekeve.

Ev nivîs di Azadiya Welat de hatiye weşandin

       

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Ji tûrikê kal û pîran çend morî û mircan'

ad

Nêrînek li lîsteya BBC a 100 fîlmên sedsala 21'ê

ad

Festîvala Stenbolê li benda fîlmên we ye

ad

Li Batmanê 'Pêşî Peya' dîsa hat nivîsîn

ad

UEFA'yê tîmên herî mezin eşkere kirin

ad

Hay ji telefonên xwe hebin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname