Diyarname
Hunermend Ayfer Duzdaş vê hefteyê li sê bajaran konseran pêşkêş dike. Duzdaş 18'ê mehê li Stenbolê, 20'ê mehê li Amedê û 21'ê mehê wê li Batmanê derkeve pêşberî hezkiriyên xwe.
Konsera Ayfer Duzdaş a Stenbolê 18'ê mehê saet 20.30 de li Kadikoy Halkegitim Merkezî ye.
Konsera li Amedê 20'ê mehê li sehneya Sezai Karakoç Kultur Merkezi (Saet 20:00) û 21'ê mehê jî li Batmanê saet 19.00'an de li Batman îl Kultur Merkezî ye.
Yên bixwazin dikarin bi ser Biletixê de bilêtan bikirin.


