Azîz Ogur
Biwêj tê wateya gotinên qalibî yên ji çend peyvan -herî kêm du peyv- pêk tên û ji wateya xwe ya gotinî dûr ketine, ji bo têgîn an rewşekê tên bikaranîn. Mabesta bikaranîn an afirîna biwêwan ji bo xurtkirin û dewlemendkirina îfadeyê ye. Biwêj bi pirranî ji qalibê peyvan pêk tên, mîna ‘têgîn’ hatine formulekirin û nayên guhertin. Di rewşa derxistina peyvekê yan guhertina cihê wê de wate-muhtewaya lê hatiye barkirin ji holê radibe.
Biwêjên bi herêmekê bi sînor heta bi gundekî bi sînor jî hene. Yanî serpêhatî û bûyerên di jiyana rojane de gotinên qalibî yên ji bo civakê û nifşê nû diafirîne.
Tevî ku gelek caran Biwêj mîna Gotinên Pêşiyan tên ravekirin jî di rastiyê de du tiştên cûda ne. Gotinên pêşiyan tên wateya îfadekirina gelek tiştan bi hindik peyvan. Lê belê Biwêj amûrên qalibî, peyvên ji wateya xwe ya gotinî dur ên îfadekirinê ne. Her çiqasî mîna hevok hatibin sazkirin jî bi serê xwe tiştekî îfade nakin.
Ji gotinên pêşiyan mirov dikare mînaka, “Çêlîyên maran bê jahr nabin” bide. Gotina pêşiyan a hişyakirinê ji kes, derdor an potansiyelên xwedî taybetmendî, karakter û dîrokeke xirab e.
Ji bo biwêjê mînaka, “Bi gur re dixwe bi şivan re digrî” dikare were dayin. Kesên xayin ê bi hostayî dikare rûyê xwe yê rastî veşerê wisa tên îfade tirin.
Di Kurdî de biwêj ên gotinê bi hêz dikin gelek caran ji bo tinazpêkirin û henekpêkirinê jî têne bikaranîn. Mînak, ji bo kesên xafil, hey ji xwe tine ku têne xapandin mînaka, “Hasil gihişte Mûsil” dikare were bikaranîn: “Heta bi xwe hisiya Hasil gihişte Mûsil”. Ji mirovên nezan re ku karê wan baş bimeşe yan karê wan li hev were, biwêja, “Aşê dînan ji xwe re digere” lê ye. Ji bo kesên ji dinyayê bêxeber an ji bûyereke navdar ne xeber jî, “Ma tu di guhê gê de yî” tê gotin.
Her wiha biwêjên çîrokî hene. Yanî çîrokeke wan heye û dema ew tê gotin kesê diaxife merama xwe bi biwêja çîrokî zelal rave dike. Ji bo vê jî mînaka, “Mala pîrê stara pîrê” dikare were dayin.
Yek şêwazê biwêjan jî ji bo teşbîh an teswîrê, yên ji bo mubalexe, dua, nifir, hişyarî, hezkirin, kêfxweşî, pesindayin-mizdan, dijûn û îfadekirina hema hema hemû hestên mirovan hene.
Di nivîsên hefteyên li pêşiya me de ez ê hewl bidim tevî çîrok, wate û mebesta wan, tevî karakterîzekirina jiyana roja me mînakên biwêjan binivîsim.
Lê belê dixwazim xemgînî û xweziya xwe bînim bi wê yekê ku hêdî hêdî biwêj ji axaftina Kurdî kêm dibin. Wisa dewam bike jî wê pirraniya wan werin jibîrkirin û Kurdî veguhere zimanekî teknîkî. Heger xabatên akademîk û lêkolînî li ser Biwêjên Kurdî neyên kirin pirraniya wan wê bi nifşê dawî yên niha ji emrê mayî dixwin, wenda bibin. Lewra ji bo her kesî pêşniyaza min ew e ku di sohbetên rojane de bi taybetî li axaftina kesên ixtiyar û navsere bi baldarî guhdarî bikin. Ew ê dewlemendiya zimanê Kurdî bibînin û di hêza biwêjan bigihijin.
Biwêj ên balkêş di hişê min de mane:
“Tovbeya Darkutkê”, “Borê Mirîşkê”, “Hate xişxişê”, “Ji serê çûkan qelî çênabe”, “Serê du beranan di beroşekê de nakele”, “Kîrvantiya pisîk û mişkan”, “Siyê ji gû re çênekin”, “Şîrê şêr di eyarê şêr de”, “Bizin bi lingê xwe, mih bi lingê xwe”, “Ling bavê min ling”, “Sala kevir penîr”, “Dema qantir bize, xwê şîn bibe”, “Te pez nediye, ma te bişkûl jî nediye”, “Sim, sim simayil”, “Serê sed gotinî gotinek e”, “Devê wan de doxîna min e”, “Zor hat, xweşî betal bû”, “Dims û pekmez”, “Kero nemire bihar tê”, “Nanê wî li ser kaba wî ye”, “Rehmet li kefendiz”, “Te girt bernede, te berda pey nekeve”, “Tişta çû nede dû”, “Agir berda kayê, xwe da ber bayê”, “Aş çûye tu pirsyara çeqçeqokê dikî”, “Ecelê bizinê hat, nanê şivên xwar”, “Avê ku da serî, çi bihostek çi çar tilî”, “Apo ne gêj e, tiştan dizane nabêje”, “Golikê malê ji gayê malê natirse”, “Giyayê hewşê tehl e”, “Dizên bostanan mikur tên zivistanan”, “Gotinên êvara, dikevin qulê dîwara”, “Ez yekî dibêjim, tembûra min yekî dibêje”, “Ba hat, baran jî bi xwe re anî”, “A ji min kêm, guhar û xizêm”, “Kulîlka biharê”, “Bila rûyê mirov biêşe, dilê mirov neêşe”, “Xwestek rûreş in, heval xarîxweş in”, “Ha Hesen Keçel ha Keçel Hesen”, “Gotin koro te çi divê”, “Em binêrin ka em çend bira ne”…
16.01.2019, Yenî Ozgur Polîtîka


