Murad Celalî
Cîhana ramanê gelekî berfireh û tevlihev e. Bi qasî jimara gel û civakan raman û nêrînên ji hev du cihê hene. Her wiha bi qasî wan cihêtiyan sînor û navbir jî di navbera wan raman û baweriyan de hene. Belkî ji van asteng û navbiran ya herî bi bandor cihêtiya zimên e. Lê belê karê wergerê ji bo vê astenga mezin ji holê rake hêmaneke pir girîng e.
Seba ji holê rakirina vê navbira mezin werger karekî pir pêwîst e. Lewma ji bo milet, civak û çandên cihê ji hev fêm bikin û têkiliyê deynin, navgîna wergêr û wergerê bikaranîne. Ji ber vê, di vî karî de armanca wergêr û wergerê ew e ku ew berhema ku ji zimanekî bal bi zimanekî din tê wergerandin bigihîne ber destê civaka xwe. Bi vî tehrî ew civak û miletê zimanê wê berhemê nizane, bi wesîleya wergerê dikare ji wê berhem û çanda xerîb îstîfade bike.
Çaxê ku di warê ragihandin û têkiliyê de werger ev çendî pêwîst be, wê hingê bar û berpirsyariya dikeve li ser milê wergêr jî pir giran dibe. Lewre wî ev karê hêja ku pêdiviya hemû civakan pê heye hilgirtiye ser milê xwe. Girseya gel bi navgîniya wî bi raman û nêrîna civak û kesên din dihesin, di der heqê wan de dibin xwedî bawerî, çi qenc û çi jî xerab. Ji ber vê gava wergêr vî karî dike, divê berî her tiştî xwe ji heqiyê neke û durist be. Ango ew berhema ku werdigerîne bi çi awayî be, doza kîjan tiştî dike bira bike, divê wergêr heya ku taqeta wî digihêjê, ziman û alavên ragihandinê derfetê didinê, wê wekî eslê wê wergerîne. Her bi vê rêbazê xwendevan, binêr û têkildarê wê mijarê dikare di derbarê wê berhemê de bi awayekî baş bibe xwedî agahî. Gava di derbarê wê berhemê, nivîskar û danerê wê xebatê de bibe xwedî baweriya rast, wê hingê ev agahiya rast dê bibe derfeteke qenc ku bigihêje encameke rast. Lê heke wergêr, gava berhem û xebata ku werdigerîne li gor kêfa xwe kin bike û yan dirêj bike, çi tişt û hizra li gor nêrîn û baweriya wî rast be wergerîne û hê serda jî ji bo dewlemendkirina wê mînakan lê zêde bike, van lêzêdekirinên xwe jî qet destnîşan neke û çi tiştê ne bi dilê wî be jî jê biavêje, ser re gav bike, êdî îmkana naskirin û fêmkirina berhem û xwediyê wî/wê ne mimkûn e. Wê hingê ew tiştê ji wergerê tê hêvîjirin jî ji holê radibe. Lewre ev tiştê di encama vê xebata qetilkirinê derketiye holê ji bilî kujêriya raman û agahiyê ne tu tişt e.
Mixabin kula mirovahiyê ya giran a di warê wergerê de yeka herî mezin ev bêbextî ye. Ji ber van egerên me li jor behs kir, gelek caran xebatên hêja ji ber van egerên diyar têne şehitandin û pûçkirin. Lewma xwendevan nikare ji wê berhemê çêj hilde û bi rastiya wê bihese. Her wiha ji ber ku ev bi zanebûn tê kirin tawanekî gelekî mezin pêk tê û ev karê wergerê ku seba têkilî û ragihandinê navgîneke bê mînak e, hezar korahî dibe astengeke pir dijwar.
Helbet gelek pirgirêkên wergerê hene. Lê bi ya min ya herî girîng ev e. Loma gava ez wergerekê dixwînin her dem ev yek dikeve bîra min û dilê min lê rûnanê. Gotî werger bêyî kêmkirin û yan zêdekirin were amadekirin. Heke gotineke wergêr û yan weşangêr hebe divê wê bi awayekî were zanîn destnîşan bike û wisa pêşkêşî xwendevan bike. Heke wisa nebe tu xêra wê berhemê namîne û ew keda roda diçe. Mixabin îro li ser rûyê cîhanê gava werger tên kirin hinek kes bi rêya wergerê, li ser navê nivîskar fikr û hizrên xwe raberî civakê dikin û wana dixapînin. Ev yeka bêbextîyeka mezin e.
***
Nivîsên Mûrad Celalî yên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin: