Ji bo guhdarîkirinê:
Min dixwest, vê nameyê di bin dara tûyeke welatê xwe de binivîsim; lê çi bikim destê penaberiyê qeşa girtiye û tu li nava wan çar dîwaran girtî. Erê Erd. meha sibatê (reşemî) hat, wekî tu jî dizanî kêfa me ji vê mehê re qet nayê; lê dengê te di guhê min de olan dide:
- Wê tava me, tîrêjên xwe kengî bide dîwarên hewşa girtîgehê?
Te dît wexta dibe 15'ê sibatê, girtî kursiyan datînin ber dîwarê hewşê û hildikişin ser kursiyan, berê xwe didin tavê; tav li wan dixe. Ev çend mehan bû tavê nedabû hewşê. Aniha tav li nava dîwarê hewşê dixe, tu hilkişiyayî ser kursiyekê û tava zêrîn hevalê te ye. Her ku tîna tavê dide te, dilê te germ dike. Hevalek din di bin wî ezmanê pazdeh metroyî de diçe û tê. Li ser dîwar têl, di nava wan têlan de pisûlayên aliqî.
We piştî firavînê nanê firnê hûrkiribû û danîbû ber paceya hewşê; çivîk tên xwe li wî nanî digirin. Bi bihîstina dengê wan tu dibî çivîk û ber bi ezmanê xwe ve difirî. Ne hindik e, tu heyfa wan salên xwe yên nava wan çar dîwaran derdixî.
Tu li hestiyên winda digerî; lê tu wan nabînî, paşê tu berê xwe didî gundê xwe, tu difirî, xwe li ser şaxa dara tûyê datînî. Di dilê xwe de tu dibêjî:
- Min digot, qey bavê min ev dar ji kokê de birî bû; lê va ye ez li ser şaxa wê me.
Li ser şaxa dara tûyê, li derdora te çivîk kom dibin. Ji te re dibêjin:
- Hela ji me re helbesteke xwe bixwîne.
Tu çavên xwe digirî û li ber dengên wan çivîkan helbesteke xwe dixwîne:
"Erd Agron - Seyisê Bayê*
li ser hendefên bilind
xwe vedişêre, li benda bayên kuvî disekinî
(kemendavêjekî yeman bû)
û her roj kemend diavêt stuyê bayekî
û li pey xwe dikişand
dianî di tewlê de girê dida û ew kedî dikirin.
lê dizanî ku hemû ba bibin yek
dê tofan bi serê wî de bînin
Sewta peyvên te dibe ba, helbesta te dibe tofan. Tu xwe pêxwas dikî û pêl axa welatê hestiyan dikî.
Di her gaveke te de, DNA'yên hestiyên winda dibin nêrgîz û bêhna xwe bi ser goristanên cangoriyan ve difûrînin.
Erê Erd. tîna tavê hê jî li te dixe, hevalên li te dinêrin dibêjin:
- Agron dîsa bûye Derwêş û li çola xwe digere. Çavên Agron lê ye ku li çolê rastî Leylaya xwe bê.
Tu dibêjî:
- Ez ne Mecnûn im; lê min dixwest li wê çolê bûbûma Dewrêşê Evdî û rastî Edûla xwe bihatama.
De tav xweş e, xeyalên te jê xweştir; berê xwe bide qibleya xwe û bila Edûlê bê cem te. Ji te re bêje:
- Wa Dewrêşo, dibêjin li vî welatî hestî jî wenda dibin. Gelo ev rast e, ma bi rastî jî hestî winda dibin?
Dilê te kul dibe, çîroka te digirî:
- Erê Edûla min, li vî welatî hestiyên cangoriyan dixin qutiyan û ji bo bavê wan dişînin. Bav li hestiyên cangoriyên xwe dinêrin, û dikin ax û nalîn.
- Dewrêşo ev çîroka hestiyan, ji evîna me girantir hat.
Erê Agronê çûkê baranê, li nav erdan digeriyam, min wêneyek siya xwe kişandibû di wê demê de helbesta te ya bi temaya sî yê hatibû bîra min. Min gotibû:
- Ezê nameyekê, ji te re bişînim; lê wê çaxê nebûbû. Va ye aniha dişînim.
Aniha pala min jî, li dîwarên girtîgehê ye. Saeta bêdengiyê da ye dest pê kirin:
- De ka em stranekê nebêjin?
-Na, na! Hin heval radizên, hin heval dinivîsin, hin heval jî dixwînin. Em tadeyê nedin wan çêtire.
- Wê çaxê em li ser helbestên te biaxifvin.
- Dibe.
- Di her hêmayek helbesta te de, meriv dixwaze berê xwe bide çolekê û hirqeyê heqîqetê li xwe bike, bi gebek nan û qurteke av qayîl bibe. Hema li xwebûna xwe bigere.
Xwebûn ew bû ku meriv berê şûrê xwe bide xwe û bikaribe xwe bidarizîne. Ji van keftaran werê ew te didarizînin; lê nizanin ku tu wan bi şûrê heqîqetê didarizînî. Ez ji vê xewnê zû şiyar dibim; lê tu hê di wê xewnê de çivikê baranê yî. Baran dibare, tu cardin li ser dara tûyê yî. Ristikên helbesta te dibe peşkên baranê:
"pêşî saxên me hatin,
bû cej in, bû kêf
û hêvî bû dermanê keserê.
lê ji me re pir hat dîtin
û li me hatin xezebê...
pişt re miriyên me hatin,
bû şîn
zemarên dayikên me gihaştin ezmanê heftan
û li ber deriyê her malê konek hat vegirtin.
Dîsa ji me re pir hat dîtin.
Termên me
û gelek hestiyên me hatin dizîn.
Gelo emê çawa li hev werin?"
Erê, em û ew, emê çawa li hev bên? Dilqê peyvên te pirî caran bê qey kiras diguherin. Didim pey şopa lingê te, çivîk tên bi nikilên xwe erdê dikolin. Welatê hestiyan, tevî şînên xwe dibe Guernîka. Tu aniha li şikeftekê neolîtîkê yî, xwedawenda me Star li kêleka te. Tu dibêjî:
- Ya Star! Devê tifinga min, bide ber guleyan.
Çiya tên bi hewara te ve; lê çavên te li çiyayê Cûdî ye. Tu dibêjî:
- Ezê biçim wê keştiya Nûh bibînim, û biqûlibînim. Ma Gerdûna ku Bavê Teyarên me têne kuştin, bi kêrî çi tê?
Erê di vê şanoyê de, tu li xwe hay dibî ku va ye tu di nava çar dîwaran de yî. Reş dikeve erdê, dibe êvar deriyê hewşê digirin, tevî hevalên xwe hûn diçin hindur. Keftar tên hejmara êvarî dikin û diçin.
Heger mîna te Derwêş bûma, minê hirqeyê heqîqetê li xwe bikira, û bigota:
- Di her deriyê lêgerînê de, tu û hevalên xwe mifteyê heqîqetê ne. We qelbê dilê xwe, ji mirovatiyê re vekiriye. Ev Gerdûn çiqas mezin be jî, bi qasî te û hevalên te ne mezin e.
***
Nîşe: Kesên ku piştî vê xwendinê, bixwazin nameyekê ji Erd. Agron re binivîsin bila silavên min ji bîr mekin. Navnîşan:
Erdogan Uçar
Şakran 3 Nolu T Tipi Kapalı Cezaevi
Şakran / İzmir
*Ji pirtûka wî Dîwana Hestiyan "


