Amed
Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) bi mebesta nîqaşên li ser perwerdehiya bi zimanê zikmakî tên kirin li ber avahiyê Navenda Giştî ya Kurdî Der'ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê û mûfredata perwerdehiya bi zimanê kurdî ji aliyê kurdan ve bê destnîşankirin.
TZPKurdî li Amedê bi tevlibûna Parlamentera DTP'ê ya Amedê Aysel Tugluk, Serokê DTP'a Amedê Firat Anli, Şaredarê Yenîşehîra Amedê Selîm Kurbanoglu, Şaredarê Sura Amedê Abdullah Demîrbaş, Serokê Şaxa Egîtim Sen'a Amedê Abdullah Karahan, Serokê Giştî yê Kurdî Der'ê Remzî Azîzoglu û endam û rêveberên Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (Kurdî Der) daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyaniya TZPKurdî'yê ji aliyê Endamê Meclîsa TZPKurdî ya Amedê Îbrahîm Halîl Taş ve hate xwendin. Taş anî ziman ku ji bo her gelî ziman nirx û diyardeyeke sereke ye. Di zimanê kurdî de gotinek heye, dibêjin "Her teyr bi zimanê xwe dixwîne." Rast e, her gel bi zimanê xwe heye, bêyî ziman tu gel nikare hebûna xwe biparêze û wiha pê de çû:
'Her gel dikare bi perwerdehiyê zimanê xwe biparêze'
"Rastiyeke din jî heye; di serdema îroyîn de her gel û netewe dikare bi perwerdehiyê zimanê xwe biparêze û bi pêş ve bibe. Ji ber vê yekê jî mafê perwerdehiyê ji bo zimanekî xala herî girîng e. Ji ber vê yekê jî gelê kurd jî ji bo ziman û hebûna xwe biparêzê, çanda xwe bi pêş ve bibe, mafê perwerdehiya bi zimanê xwe dixwaze. Em daxwaza xwe ya her carê dubare dikin û dibêjin, bila kurdî li herêma kurdan bibe zimanê fermî û di perwerdehiyê de jî ji zarokxaneyê heta zanîngehê wekî zimanê sereke were bikaranîn."
'Perwerdehiya zikmakî xeta me ya sor e'
Taş derbirî ku ev demek e rayedarên Tirkiyeyê qala çareseriya kêşeya kurdî dikin. Di çareseriyê de mafên ziman xaleke sereke û girîng e û wiha pê de çû: "Lê ji daxuyaniyên rayedaran diyar dibe ku ew naxwazin hebûna gelê kurd bipejirînin û mafên zimên jî bi tenê wekî mafekî takekesî dibînin. Bi kurtasî ew di warê pişaftin, entegrasyon û di warê kuştin û xwekujiyê de li ser zimanê kurdî ferz dike." Taş anî ziman ku rayedarên tirk qala xetên xwe yên sor dikin û got ku divê bê zanîn xetên sor ên gelê kurd jî hene. Taş wiha got: "Mafê perwerdehiyê û mafê gelbûnê du xetên sor ên gelê kurd in." Taş wiha got: "Em ne tenê mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî, her wiha em dixwazin naveroka perwerdehiya li welatê xwe jî bi xwe destnîşan bikin. Ji ber vê yekê jî divê karê perwerdehiyê ji hêla saziyên xwecihî yên gel ve were kirin." Daxuyaniya TZPKurdî bi dirûşma 'bê ziman jiyan nabe' bi dawî bû.
'Bila rêveberiyên herêmî perwerdehiyê bidin'
Kurdî Dera Farqînê jî daxuyariyeke çapemeniyê da û got; "Zimanê kurdî bê perwerdehî azad nabe. Em ne tenê di zimanê zikmakî de perwerdehiyê dixwazin. Em dixwazin navenda perwerdehiyê li welatê xwe bikin. Ji ber vê yekê ev xebat divê ji aliyê rêveberiyên herêmî re bê kirin. Li dinyayê li gelek welatan şaredarî vê xebatê dikin. Em dixwazin ku li welatê me ev kar ji alyê rêveberiyên herêmî ve be kirin."