Amed
Îro li Amedê polîsan bi ser hin malan de girt û hat gotin ku nêzî 20 kesî hatine binçavkirin. Di nav kesên hatine binçavkirin de sînemager Suphi Orhan jî heye.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê vê sibê bi îdîaya “îxbar” heye bi ser malan de hatiye girtin û nêzî 20 kesî hatine binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birine Emniyeta Amedê. Di nav wan de sînemager Suphi Orhan jî heye.
Orhan îsal roja 1’ê tîrmehê li Îzmîrê ji Rawestgeha Balafirgehê ya ÎZBAN’ê hatibû revandin û paşê hatibû berdan.