Ciwan Haco: Min bi TRT'ê re li hev nekiriye
Diyarname
Hunermend Ciwan Haco da zanîn ku gotina wî û TRT 6'ê li hev kiriye ne rast e.
Haco da zanîn ku teklîfeke ji bo wî hatiye kirin lê wî hê bersiva wan nedaye û ji bo bersivdayînê dê demeke din bisekine.
Hunermend Ciwan Haco bi telefonê beþdarî televîzyona Newroz TV bû û li ser têkiliya xwe û TRT 6'ê axivî.
Haco wisa got: "Erê pêþniyareke ji bo min hat lê min ev pêþniyar hê qebûl nekiriye. Ezê demek din bisekinim û li rewþê binêrim."
Haco da zanîn ku ger TRT be alî tevbigere, ger ez bibînim ku xizmetê ji bo çanda kurî dike ezê pêþniyarê binirxînim lê "er heqaretê li gerîla bike, peyvên 'terorîst' bikar bîne, peyva Kurdistanê qedexe bike ezê vê pêþniyarê qebûl nekim."
Her wiha Haco xwest ku li Tirkiyeyê destûrê bidin kanalên taybet ên bi kurdî weþanê dikin.
Ji ANF'ê hatiye girtin