Diyarname
Hunermend Îbrahîm Tatlises bi îdîaya ku wî li Derya Tuna daye duh êvarê hat binçavkirin.
Di 14'ê rezbera 2002'yan de kesek bi navê Huseyin Bozan gule bera jina Îbrahît Tatlises Derya Tuna da û Tuna birîndar kir.
Bozan di çarçoveya Doza Sauna de li Enqereyê îfade da û got ku Tatlises ji wî xwestiye ku li Tuna bide, ji bo vê yekê js y^d 500 hezar dolar bida.
Li ser vê gotinê duh êvarê Îbrahîm Tatlises hat binçavkirin.
Parêzerê Tatlises Aslihan Bariş Girgin îdîa kir ku Tatlises bêsûc e û gotinên Bozan bêbingeh in.
Tatlises niha li Şaxa Midûriyeta Karên Organîze ya Stenbolê de di bin çavan de ye. Li bendê ne ku îro Tatlises derxin pêşberî dozger.