Diyarname
Nivîskar Abdurrahman Onen ku ev salên dirêj in li ser erdnîgariya Kurdistanê dixebite di vî warî de xebata xwe pêşkêş kir. Pirtûka wî bi navê “Erdnîgarîya Kurdistanê – I: AGIRΔ ji Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî derket. Pirtûkên li ser bajarên din jî dê bêne çapkirin.
Mamoste û nivîskar Abdurrahman Onen ji salên 90’î ve meyla wî li ser erdnîgariyê ye û berê “Ferhenga Erdnîgarîyê” derxistibû, niha jî dest bi pirtûkên li ser bajaran kir. Wekî gava yekem a li ser Agirî derket.
Di pirtûka hatiye weşandin de navên mezre, gund û navçeyên Agirî yên bi kurdî û tirkî; navên çem, gol, çiya, deşt, zozan û hwd. yên Agiriyê, nexşeyên fîzîkî yên erdnîgariya Agirîyê; hejmara nifûsa navend, navçe, gund û mezreyên Agiriyê; wêneyên erdnîgarî û gelek cihên Agirîyê hene. Pirtûka ku hemû rengîn hatiye çapkirin ji 182 rûpelan pêk tê.
Onen ku hetanî niha der barê erdnîgariya gelek bajarên kurdan de bi têra xwe agahî dane hev, wan niha hêdî hêdî ligel xwendevanan jî belav dike. Wî ne tenê navên kurdî yên cih û waran kom kirine, di heman demê de nexşeyên hemû bajar, navçe û herêmên muhîm derxistine. Tiştê ku xebata mamoste bi qîmettir dike jî ev e. Ev berhema ku pirtûka yekem a rêzepirtûkên Erdnîgarîya Kurdistanê ye, parçeyek ji vê xebatê ye.
Yên bixwazin pirtûkê bi dest bixin dikarin ligel Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bikevin nav têkiliyê.
Abdurrahman Onen kî ye?
Nivîskar Abdurrahman Onen roja 24.02.1956’an li Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navendî li Dêrîkê, Lîse li Mêrdînê xwendiye û ji bo zanîngehê çûye Stenbêlê. Onen li Stenbolê, Beşa Erdnîgarî ya Fakulteya Wêjeyî ya Zanîhgeha Stenbolê xwendiye. Piştî xwendinê di payîza sala 1980’yî de, li Midyada Mêrdînê dest bi mamostetiya erdnîgariyê kiriye, lê ji ber hin sedemên siyasî dest ji mamostetiyê berdaye. Di sala 1984’an de, car din li mamostetiyê vegeriyaye. Wî, heta sala 2008an li Stenbolê li gelek dibistanan mamostetiya erdnîgariyê kiriye û di sala 2008’an de malnişîn bûye.
Çend salan mamostetîya dersa kurmancî û dersa kompîturê jî kiriye. Di destpêka salên 1990’î de, hewldaneke mamosteyên kurd a ji bo birêxistinbûnê dest pê kiriye. Wî jî di nav de cih girtiye. Mamosteya sazkirina arşîva kurdî, wergera pirtûkan ji bo kurdî, xebatên nivîsandina pirtûkên kurdî dan ber xwe, di vê navê de Onen jî biryar daye ku li ser erdnîgariya Kurdistanê bixebite ku wekî mamosteyekî kurd bikaribe dersa erdnîgariyê bi kurdî bide.
Ji wê demê de xebatên wî didomin û di encamê de di sala 2008’an de pirtûka wî ya bi navê “Ferhenga Erdnîgarîyê” hat weşandin. Niha jî ew bi pirtûka “Erdnîgariya Kurdistanê -1: Agirî” li pêşberî xwendevanan e. Di vê beşên de pirtûkên li ser Wan, Bedlîs, Çewlîg, Mêrdîn û Amedê jî dê ji bo çapê bêne amade kirin.
- Erdnîgarîya Kurdistanê I: AGIRÎ / Abdurrahman Onen / Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî / Dîrok / 182 rûpel / 2020