Notên ji du rojên komcivîna nivîskaran
Cemil Oguz
Nivîskarên kurd, baskî, kalatonî, galerî, îrlangî cezayîrî, çekî û fînlandiyayî du rojan (7-8 rêbendena) li Stenbolê civiyan. Civîna ku li Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê li dar ket. Civîna ku bi awayekî serketî li dar ket, nivîskaran qala xebata xwe û zimanê xwe kir.
"Li Herêma Ewropa-Behre Spî Komcivîna Navneteweyî ya Nivîskar, Weþanger, Wergeran ji aliyê Programa Çandê ya Ewropayê, Weqfa Anna Lindh a Ewropa-Deryayê Spî û ji aliyê Literature Across Frontiers ve hate lidarxistin.
Di komcivînê de nivîskar û mebûsê BDP'ê Osman Ozçelîk, zimanzan Zana Farqînî, nivîskar Helîm Yûsiv, werger, weþanger Deniz Gunduz û Suleyman Çevîk, mamoste Ronahî Onen, werger Îrfan Guler, nivîskar û werger Roþan Lezgin, þanoger Berfîn Zenderlioglu, lêkolînvan Mazlum Dogun, zimanzan û werger Îhsan Espar, li ser navê Azadiya Welat Hasam ozguneþ amade bûn.
Ji bilî kurdan mêvanên biyanî jî Aleksandra Bucher (dîrektora LAF'ê), Amaia Gabantxo (bask), Ramon Farres (katalan), Gabriel Rosenstock (îrlandî), Francesca Rhydderch (gal), Brahim Tazaghart (cezayîr), Salem Zenia (cezayîr/katalan), Karolina Ryvolova (komara Çek), Vuokko Hirvonen (finlanda/norwec) amade bûn.
Armanca komcivînê ew bû ku kesên beþdar qala xebat, ziman, wêjaya xwe bikin. Her nivîskarî/ê qala xwe, zimanê xwe, gelê xwe û beþa wêjeya ya ku pêre eleqedar e kir. Bi gotineke din di roja yekemîn de nivîskaran xwe da nasîn, di roja duyemîn de jî nîqaþ kirin ku çawa alîkariya hev bikin, zimanê hev çawa pêþ bixin, têkiliya xwe çawa bidomînin...
Û piranî jî mijar veguherî ka ji bo kurdî dikarin çi bikin... Di encamê de hin pêþniyar wisa jî derketin holê:
- Dikare antolojiya nivîskarên kurd bê amadekirin, ji nivîskarên navdar bê xwestin ku ji bo kurdî ji hikumeta Tirkiyeyê name bê þandin, ji bo civawanan atolyeyên nivîskariyê bêne avakirin, çîrokên kurd bêne amadekerin/nivîsandin ji wan antolojî bêne amadekirin, ji fonan çawa dikare alîkarî bê girtin li ser vê lêkolîn bê kirin, bi awayekî piþtgirî ji bo werger û wergêrî bê amadekirin, pêþniyar bê kirin ku li zanîngehên Ewropayê kursiyên kurdî bêne vekirin, fûarên ku pirtûkên kurdî jî bikaribin têde bêne pêþkêþ kirin bêne amadekirin, xêzeromanên baþ ji bo kurdî bêne wergerandin û weþandin, zordariya li ser Azadiya Welat bê þermezarkirin.
Ji van pêþniyaran dibe ku yek jî bi cih neyê, yan jî gelek jê bi cih bên Lê di encamê de ji bo hemû nivîskarên zimanên heyî wekî kêfxweþiyeke derket holê ku wan hev nas kir, ji hev re qala ziman û wêjeya xwe kirin ku ev yek di pêþeroje de bi awayekî erênî wê xwe di hin xebatan de nîþan bide.
Û ji axaftinên beþdaran jî, bi kurtahî em dikarin van gotinên wan pêþkêþ bikin (Li gor rêza axaftina beþdaran ev not rêz bi rêz hatine pêþkêþkiri):
Osman Ozçelik:
- Di dibistana navîn de ji min re pirtûkek Cegerxwîn anîn, wê çaxê yekemîn car min berhemeke bi kurdî dît. Ji wê rojê de ez heyranê kurdî bûm û li ser dixebitim.* Ji ber em bi kurdî diaxivin bêhejmar ceza dan me. Heta niha gelek partiyên me ji ber xebata bi zimanê kurdî hatin girtin. Ê min bi xwe jî, di hilbijartinê de ji ber ku min bi kurdî bi hilbijêrên xwe re xeber daye û niha jî di civînan de ji ber ez bi wan re xeber didim der barê min de 45 fezleke** hatine amadekirin, dixwazin 200 sal cezaya hepsê li min bibirin. Ez ne alîgirê þîdetê me, em ji bo zimanê xwe xebatê dikin, lê wekî 'xayinê welat' me bi nav dikin.
Ronahî Onen:
- (Onen bi giþtî qala dîroka ziman, xebatên heta niha hatine kirin kir) Zimanê me zimanê têkoþînê ye... Seîdê Kurdî daxwazname da Ebdulhemîd û xwest kurdî bibe zimanê perwerdehiyê... 2001'ê de xwendekarên kurd bi daxwaznameyan serî li zanîngehan da ku beþên kurdî bêne vekirin, ev bêîtaetiya herî mezin a sivîl bû, lê der barê 1421 xwendekarî de lêpirsîn hate vekirin.
Deniz Gunduz:
- (Gunduz qala xebatên xwe yên kirmancî û qala kirmancî ya li Tirkiyeyê kir) Li Tirkiyeyê rewþa kurmancî çawa be, di nav kurdan de rewþa kirmanckî (zazakî) jî wisa ye. Her ku diçe kurdî pêþ dikeve. Li ser vê pêþketinê ez ji bo kirmancî dikarim vê mînakê bidim: 7 sal berê me 30 heb kovar (qala kovara Vate dike) difirot, niha hezar heb têne firotin.
Zana Farqînî:
- Min di Welat, Welatê Me û Azadiya Welat de xebat kir. Ji ber ez berpirsiyar bûm ceza li min birîn. Di dema mehkûmiyeta min de, di nav bêderfetî de, li mal, di wê sermayê de min xebata ferhengê dom kir. Wisa sar bû, min betaniye diavêt ser çongên xwe lê vê carê tiliyên lingên min dicemidiyan. Di pûþpera 2000'î de ferhenga Tirkî-Kurdî, di sala 2004'an de jî ya Kurdî-Tirkî derket ku ev 160 hezar peyvan di nava xwe de dihebîne. Ji ber teknîk nîn bû di rêzkirina peyvan a alfabetîk de me gelek zehmetî kiþand. (Farqînî her wiha di dema amadekirina ferhengê de qala rêbaza xwe jî kir.)
Gabriel Rosenstock (Îrlanda):
- 80 hezar kesên ku bi îrlandî diaxivin hene. Pirtûkek dema çap dibe di navbera 200 û 2000 hebî de tê çapkirin. Tîraja çapkirina rojnameyê jî 4 hezar e. Li Îrlandayê du zimanî heye, lê sedî 80'ê îngilîzî weþan hene. Piþtî 600 salan serxwebûn çêbû, dest bi perwerdehiya bi îrlandî haten kirin, pêþî eleqe pir bû, paþê ev eleqe ket. Li dibistanê bi îrlandî perwerdehî heye lê piþtî dibistanê kes venagere îrlandî eynî wekî dersa geometrî.
Francesca Rhydderch (Galler):
- 100 sal berê galkî jî wekî kurdî qedexe bû (ew zimanê WELÞ dibêjin). Di navbera temênên 3-18'an de bi welþî perwerdehî heye. 50 sal berê ziman wisa bûbû dayikan di navbera xwe de bi welþî, lê bi zarokên xwe re bi îngilîzî diaxivîn. Niha êdî welþ zimanê perwerdehiyê ye, di saziyên fermî de tê bikaranîn. Di zimanê me de zêdetir pirtûkên biyografiyê yên populer. di 10 salên dawî de roman êdî têne weþandin. Pirtûkên wergerê balê nakiþînin. Li Gallerê saziyek bi navê "Wergerxane" haye, pirtûkan werdigerîne, yên bi zimanê me jî werdigerîne zimanên biyanî.
Amaia Gabantxo (Bask):
- Piþtî mirina Franco dest bi perwerdehiya baskî hate kirin ku ez ji yekemîn nifþê ku dest bi wê perwerdehiyê kiriye me. Di nav zimanê baskî de 8 zarava hene. Dema malbatan li televîzyonê temaþe dikir, fêm nedikirin, loma ji nav zaravayan berê xwe da yekê û ew pêþ xistin. Li baskê helbest gelek populer e. Her kes jê hez dike. Di hewayeke sar de, hûn li stadek 40 hezar kesî de çalakiya helbestxwendinê li dar bixin, stad wê tije be û bi saetan wê li we guhdarî bike. Ji bo hûn di saziyên fermî de bixebitin divê hûn bi baskî bizanibin, nexwe hûn nikarin bixebitin, lê hin baskî hene ji vê yekê hez nakin.
Ramon Farres (Kalatonya):
- Di sala 1984'an de kalatonî wekî zimanê perwerdehiyê hat qebûlkirin. Katalonî di nav zimanê Yekîtiya Ewropayê de jî hate qebûlkirin. Di piyaseya pirtûkan de zêdetir xwendekar serdest in, ew dixwînin. Pirtûka Harry Potter 300 hezar heb hat firotin.
Brahîm Tazahart (Cezayîr)
- Ez ji welatê Amazî têm, 'amazî' tê wateya mirovê azad. Li Cezayîrê 3 ziman hene: Berberî, erebî û fransî. Li Cezayîrê berberî ne zimanê kêmaran e, lê zimanê hatiye biçûkxistin e. Di zimanê berberî de berê helbest zêde dixwazin xwendin, niha çîrok li pêþ e. Pirtûkek her carê 500 yan jî wekî hezar heb tê çapkirin. Girseyên xwendina pirtûkan zêdetir xwendekarên lîse, zanîngeh û akademîsyen in. Wezareta Perwerdehiyê ji bo sê zimanan piþtgirî dide lê hindek pere ji bo berberî tê xerckirin, herî zêde jî ji bo fransî tê xerckirin.
Karoline Ryvolova (Komara Çek/ Roman):
- 10 mîlyon roman hene. 3.5- 4 mîlyon kes bi romanî diaxivin. 6 zaravayên romanî hene.
Vuokko Hironen (Finlandiya/Norwec):
- (Li ser zimanê samî dixebite û li ser samî axivî) Enstîtuyeke me ye ku li ser zimanê samî dixebite. 9-10 zimanên samî hene. Em jêre nabêjin zarava, em dibêjin siman. Serjimariya samî li dor 60 hezar - 200 hezarî ye. 30-35 hezar kes bi vî zimanî diaxive. Di sala 1992'yan de li Finlandiya û Norwecê zimanê samî wekî zimanê fermî hat qebûlkirin. Disala 2000'î de jî li Swêdê wekî zimanê fermî qebûl kir. Rusyayê ev ziman hê bi awayekî fermî qebûl nekiriye.
Suleyman Çevîk:
- 18 sal berê me kovara Nûbiharê derxist. Dema me derxis ji aliyê derdorên îslamî ve bi þik li me nêrîn, ji me dûr çûn. Aliyên çepgir ku ji xwe kovan derdixist zêdetir germ li me dinêriyan. Niha hê nû nû derdorên îslamî nêzî me dibin. Nêrîna wan a li kurdî guherî. Armanca me ew bû em ziman di nav gel de pêþ bixin û dheta niha 113 hejmar me derxistine. Nûbihar 6 hezar çap dibe û hema hema hemû tê belavkirin.
Hasan Ozguneþ:
- Dadgeh her ceza li rojnameyên me dibirin. Berpirsê Karên Nivîsaran Vedat Kurþun 166 sal cezaya hepsê girtiye. Ez nizanim li dinyayê wisa ceza li rojnameyekî birîne yan na, ez bawerim ev dikare bikeve nav pirtûka rekoran Guinessê.
Roþan Lezgîn:
- Li Tirkiyeyê Hasan Ali Yucel 8 salan klasîkên dinyayê li tirkî dan wergerandin û bi vê yekê bandoreke mezin kir. Bi vê ziman pêþ ket. Farisî de jî bi wêjeya hemdem pêþ ket, erebî jî wisa ye. Di zimanên ku cîranê me ne de bandora wergerê li ziman, li jiyanê çêbû lê di kurdî de berevajî vê rewþ heye. Kurdî ji ber ku di bin desthilatdariya zimanê serdest de ye pêþketina xwe ya xwezayî najî. Yên ku ji bo kurdî dixebitin wekî sebrê pêxember dixebitin.
Berfîn Zenderlîoglu:
- (Zenderlîoglu zêdetir qala þanoya wan a bi navê DestAR kir. Dûre qala naveroka lîstikên ku kiribûn kir) Em wekî DestAR li ser þanoya kurdî xebatê dikin. Me bi lîstika xwe ji Wezareta Çandê alîkarî girt ku ev yekem car bû. Þanoya kurdî derfetên wan gelek kêm in. Niha di nav þanoya kurdî de herî zêde îmkanên Þanoya Þaredariya Bajarê Amedê hene, rewþa wan baþ e.
Îrfan Guler:
- Em dinêrin li dinyayê nêzî 200 dewlet hene. Her dewletek zimanek wê hebe dike 200 ziman. Zimanên bê dewlet digel ku di navnetewe-dewletan de ji hejmara zimanên wan zêdetir in jî wekî kêmar têne hesibandin. (Guler qala xebatên xwe yên wergerê kir û got:) Werger çekek e ku zimanê kêmaran dixe rewþeke normal.
Îhsan Espar:
- Di serey 1858'inan de berhemêv erîn ê kirmancî veciya. Dimara 1899 de Xocey Xasî berhemê kirmanckî "Mewlûd" niþt. Ma zey Komey Vate serê kirmanckî de xebate kenê û ma xwe zey kurd hesab kenê; ma kirmanckî jî zey zaravayke kurdî hesab kenê. Heta enka me 7 hezarî çekûy (peyvê) kirmancî yê standardî qebûl kerdê û ma kitab de neþr (çap) kerdî. Weko bîn ma keybî rasniþtiþî jî ma "Rastniþtiþê Kirmanckî" kerd hedre. Min serê Vate de lêkolîn kerd, veciya horte ke hûmarey Vate ya jûyînan ra heta ay 33'nan de 156 niþtoxan niþtey niþtê. (Esparî dimara vatiþê xo yê bînî serê Vate de û lêkolîna xo ya serê kovare de ard ziwan)
Helîm Yûsiv***:
- (Helîm Yûsiv jî qala sînorên Binxet û Serxetê, saziyên Ewropayê ku kurdî balkêþ nabînin kir û got) Wêjeya zimanekî qedexebûyî, mîna kurdî, ku zimanê miletekî bê dewlet û bê statuyeke siyasî û hiqûqî ye, herwisa bê (nasname)ye, wê ji bo tu kesî ne wêjeyeke balkêþ be.
Di vê çarçovê de, ez vê çalakiya van her du rojan gaveke cuda û di cihê xwe de dibînim. Ji ber ku piþtgiriya zimanên van miletên bê dewlet ku weku kêmnetew - kêfa min ji binî de ji vê gotinê re nayê - têne binavkirin û wergera wêjeya ku bi van zimanan tê nivîsandin hewildaneke kutûrî û rewþenbîrî yî giringe ber bi sererastkirina þaþitiyekê ve . Eger derûdor û dezgehên kulturî û kedkarên wêjeya resen karibin hinek gavên piratîk di vê derbarê de bavêjin, wê ev gav, heta radeyekê, bandora xerab ya neheqiyên ku siyaset û dîrokê li ziman û wêjeyên van miletan, kurd jî di nav de, kirine, hinekî sivik bike.
Mazlum Dogan:
- Ez li malek mezin bûm ku min rojnameya kurdî dixist nav rojnameya Cumhuriyetê û dixwend. Niha ez gihîþtime vê encamê: Bêyî piþtgiriya dewletê ziman nikarin bijîn. Heta ku perwerdehiya ziman nebe mecbûrî ne mimkûn e ziman pêþ bikeve, ne mimkûn e ziman jiyana xwe bidomîne.
(Her wiha Dogan qala xebata Enstîtuya Kelepora Kurdî ya li Silêmanî kir û mînak pêþkêþ kir)
**
Nûçeya eleqedar:
- Nivîskarên kurd û yên Ewropa-Derya Sipî tên ba hev
**
Ji bo wêneyên ji komcivînê li Foto-Galerî binêrin: Komcivîna Nivîskaran
***
Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.