Diyarname
Dewleta Tirkiyeyê ji 4'ê vê mehê ve êrîşê dibe ser herêmên Rojava. Loma jî niha 9 dibistan ji bo ewlehiyê hatine girtin, xwendekar ji perwerdehiyê bêpar mane.
Endama Desteya Perwerdehî Hîndekariyê ya Efrîn û Şehbayê Urûba Xelîl ji bo ANHA'yê axifiye. Di nûçeya ku Zeyneb Şêxo amade kiriye de Xelîll wisa gotiye, "Ji bo parastina xwendekaran 9 dibistanên Şera û Şêrewa yên Efrînê hatine girtin. Zêdetirî hezar xwendekaran ji perwerdehiyê bêpar mane."
Xelîl gotiye ku heta demek nediyar dibistan dê girtî bimînin û bang li rêxistinên mafên mirovan kiriye ku li hemberî êrîşan dengê xwe bilind bikin.