RIHA
Li gundê Alîzeran ya navçeya Pirsûsa Rihayê êvarê bi sedan welatî sînor derbas kirin û ber bi Kobanî ve ketin rê. Tam di vê demê de polîs û leşkeran mudaxaleyî girseyê kirin. Di encama mudaxaleyê de yek jê giran nêzî 10 kesan birîndar bûn.
Li gundê Alîzeran ya navçeya Pirsûsê Rihayê bi sedan welatî li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê meşiyan ser sînorê Kobanê û rastî mudaxaleya leşker û polîsan hatin. Welatî rastî mudaxaleya tund hatin, fîşenga gazê serê welatiyekî ket, yek jê giran nêzî 10 kesan birîndar bûn.
Li gor saet 22.00'an, hin kurdan sînor derbas kir, hin li ber konan sekinîne. Çalakiya kurdan a li ser sînorê Kobanî didome.
(her ku agahî bên emê ragihînin)


