Diyarname
Bakiş Açisi, İkili Oyun, Arkadaşım Tilki, Kiyamet Oykuleri, Peri Tozu, Tabanca, Olumcul Oyun fîlmên vê hefteyê ne.
Ji nav van fîlmên Îkili Oyun (Lîstika Dualî - One Way), Bakiş Açişi (Vantage Point), Olumcul Oyun (Lîstika bi Mirinê - Slouth) dikarin bên temaşekirin.
Bakiş Açisi /
(Vantage Point)
Derhenêr: Peter Travis
Lîstikvan: Forest Whitaker, Matthew Fox, William Hurt...
Cure: Dram / Hêrsdarî
Sala Kişandinê: 2008
Fîlmê derhêner Peter Travis li Tirkiyeyê bi avê "Bakiş Açisi" ket vîzyonê. Thomas Barnes (Dennis Quaid) û Kent Taylor (Matthew Fox) du ajanin ku Serok Ashton diparêzin.
küresel boyutta terörle savaşın
Serok Ashton ji bo welatên ereb re aştiyê pêk bîne tê Spanyayê û dê axaftinê bike, dê hewl bide ku tevî serokên welatên din aştiyê li dinyayê bike hakim. Tam di vê demê de sûîkasteke pêk tê û gule bera Serok Ashton didin. Û xireciber dest pê dike. Merasima axafitinê saet di 11.59'an de dest pê dike, di 12.23'yan de sûîkast pêk tê. Derhêner vê kareyê heft heşt caran bi paş ve tîne û ji serî dest pê dike, her carê çîroka kesek di vê 23 deqiqeyî de pêşkêş dike.
Di fîlm de neyar kî ne, kî dixwaze Serokê Amerîkayê Ashton bikuje nediyar e, lê tiştên diyar hene: Cîgirê Serok dixwaze di cih de ew fûzeya bavêjin kampeke li welatên ereb, îstîxbarata Spanyayê, FBI hemû di nav sûîkastê de bi sûîkastkeran re di alîkariyê de ne.
Her çiqas mijara fîlm zêde ne girîng be jî fîlm xwedî aksiyoneke xweş e. Û nêrîneke cihêreng jî xwe nîşan dide. Yên ji aksiyonê hez dikin dikarin bi rehetî lê temaşe bikin.
***
Olumcul Oyun / Lîstika bi Mirinê
(Slouth)
Derhenêr: Kenneth Branagh
Lîstikvan: Michael Caine , Jude Law
Cure: Dram / Gerilim / Gizem
Sala Kişandinê: 2007
Di fîlmekî de tenê du kes dilîzin? Fîlmek tenê li mekanekê dest pê dike? Ev fîlm tişteke wisa ye. Ev fîlm ji lîstikeke klasîk a sala 1972'yan hatiye girtin. Wê demê Michael Caine rola ciwan lîstibû, niha di rola nivîskarekî navdar ê îngilîz de, rola ku wî bi xwe wê demê lîstibû jî Jude Law dilîze. Û ji bo wan maleke ku bi pêlêkirina pişkovekê dîwar dibin derî, salon dibe cihê dîskoyê, derence bi awayeke otomatîk ji jorde dadikeve, tv vedibe, kamera ber xwe ve vedibin û dest bi dîmen kişandinê dikin...
Romanûsekî navdar ê îngilîz ku romanên polîsiye dinivîse û kûaforekî îtalyan... Kûafor dest pê kiriye bi jina nivîskar re radizê û nivîskar ji bo hemberî hev vê meseleyê hel bikin kurikê kuafor vedixwîne mala xwe û lîstika mejî dest pê dike. Encam karesateke. Fîlm di destpêkê de baş diherike, di dawiyê de ji ber zêdebûna diyalogan û tiyatrovariya wî mirov hinek aciz dike. Lê her du lîstikvan jî bi têra xwe rola xwe ya serketî nîşan didin.
***
Îkili Oyun
(One Way)
Derhenêr: Reto Salimbani
Lîstikvan: Michael Clarke Duncan, Til Schweiger, Lauren Lee Smith...
Cure: Dram / Hêrsdarî / Sûc
Sala Kişandinê: 2006
Eddie (Til Schweiger) li New Yorkê di ajanseke reklaman de rêveberekî jîr e, lê di heman demê de doxîn sist e. Rojekê ji keça patronê xwe hez dike, biryara zewacê dide, lê birê keçikê Anthony tecawuzê hevala wî ya kar Angelina dike. Doz dest pê dike, şahid Eddie ye, lê Anthony ew bi kirinên wî yên berê tehdît kiriye. Eddie yan divê guh bide dilê xwe û rastiyê bibêje, yan dê derewan bike û her tişt tevlihev bibe. Derewan dike, tevlihevî dest pê dike. Bi mijara xwe ne zêde balkêş be jî fîlmekî herikbar e, temaşevanan bêyî aciz bike 116 deqîqeyan pêşkêşî wan dike. Yek ji fîlmê hefteyê ye ku dikare bê temaşekirin.
***
Arkadaşim Tilki / Hevala Min Rovî
(Le Renard Et L`enfant)
Derhenêr: Luc Jacquet
Oyuncu: Isabelle Carré, Thomas Laliberté
Cure: Malbat Dram
Sala Kişandinê: 2008
Keçikek 10 salî li başûrê Fransayê li qûntarên çiyê li gundekî dijî. Di rojeke payizîn de dema bi bisqilêta xwe diçe dibistanê rastî roviyeke tê. Rovî ji keçika biçûk direve lê keçik careke din dixwaze roviyê bibîne, dûre keçik dixwaze bi wê re bibe heval û her roja xwe li nav daristanê derbas dike.
***
Kiyamet Oykuleri / Çîrokên Qiyametê
(Southland Tales)
Derhenêr: Richard Kelly
Lîstikvan: Sarah Michelle Gellar, Justin Timberlake, Kevin Smith...
Cure: Dram / Vesazkirina Zanyarî / Komedî / Muzîkal
Sala Kişandinê: 2008
Los Angeles, 2008. Bajar li ber felaketeke civakî, aborî û hawirdoriyê de ye. Ji bo pîrozbahiyên 4'ê tîrmehê 3 roj name, rêya Bokser Santaros dikeve ser rêya lîstikvan Krysta Now û polîs Hermosa Beach
***
Peri Tozu / Toza Periyê
Derhenêr: Ela Alyamaç
Lîstikvan: Mehmet Ali Nuroglu, Îpek Deger, Erdogan Sicak
Cure: Dram / Romantîk
Sala Kişandinê: 2007
Denîza ku her bi coş e bi hevalê xwe yê herî jê hez dike Emre re hê di dema zarokatiyê de ne sozeke dane hev. Soz dane ku çi dibe bila bibe dê ji hev venewetin û dê di "Welatê Xeyalan" ku wan bi xwe çêkirine de bijîn.
Lê rojekê Emre qeyrana dil derbas dike. Denîz û Emre ji bo başbûna Emre dikeve ser rêyeke bi sihêr...
***
Tabanca / Demançe
(Revolver)
Derhenêr: Guy Ritchie
Lîstikvan: Jason Statham, Ray Liotta, Francesca Annis...
Cure: Dram / Hêrsdarî / Sûc
Sala Kişandinê: 2007
Jason Statham rola Jake Grennî dilîze. Green digel ku qumarbazekî ye ji bo malbata birê xwe rizgar bike bêyî dilê xwe beşdarî lîstikek bûye û 7 salan di girtîgehê de maye.
Jake di hundir de jî bi lîstikên xwe yên qirêj dilîze û di vê demê de her ji Dorothy Macha aciz bûye ku wekî sedema van tiştan nîşan dide. Daxwaza tolhildanê di nava xwe de xurt kiriye. Û bi derketina ji hepsê re serdema tolhildanê jî hatiye êdî...