Amed
Şaredariya Sûra Amedê navê nivîskarên amedî Ahmed Arîf û Migirdiç Margosyan li kuçeyan kir.
Meclisa Şaredariya Sûrê biryar girt ku navê helbestvan Ahmed Arîf, nivîskar Migirdiç Margosyan, navê Naum Faik Palak ê suryanî li kuçeyan bike. Qeymeqamiyê biryara lêkirina navê Ahmed Arif û Migirdiç Margosyan pejirand lê yê Naum Faik Parlak ji bo lêkolînê ku hemwelatiya Tirkiyeyê ye yan na xeber ji Wezareta Karên Hundir re şand.
Şaredarê Sûrê Abdullah Demirtaş tabelayên navan li kuçeyan daçikand.