Diyarname
Îro ji bo serokatiya TUSÎAD'ê hilbijartin çêbû. Piştî Arzuhan Dogan Yalçindag û Umît Boyner jinek din bû Seroka TUSÎAD'ê: Cansen Başaran Symes.
Symes ji Haluk Dinçer serokatî dewr girt. Cansen Başaran-Symes Zanîngeha Stenbolê Zankoya Birêvebirina Kar xwendiye, zewicandî û diya zarokek e. Heta sala 2013'yan di PwC Kopenhag, London û Stenbolê de kar kiriye. Ji adara 2014'an ve jî serokatiya Allianz Sigorta A.Ş., Allianz Hayat û Emeklilik A.Ş. dike. Wê di sala 2000'î de ji World Economic Forum (Forûma Aboriyê ya Dinyayê) pênasa “Global Leaders for Tomorrow” (Rêberên Global ên Pêşerojê) girt.
Di hilbijartina TUSÎAD'ê ya îro de Cansen Başaran Symes bû Seroka TUSÎAD'ê, Tuncay Ozîlhan jî ji bo Serokatiya YÎK'ê (Lijneya Îştîşareya Bilind) ya TUSÎAD'ê hat hilbijartin.