Diyarname
Fîlmekîmî festîvaleke payîzê ye û fîlmên şelatgir ji festîvalên dinyayê tîne Stenbolê. Îsal 21'emîn car lidar ket û gelek kes bûn mêvanên festîvalê.
Fîlmekîmî ji aliyê ÎKSV'ê ve tê organîzekirin. Îsal 21'emîn car di navbera 7-17'ê vê mehê de li dar ket û bi temamî 52 fîlmên ji qada navneteweyî hatin nîşandayîn.
Fîlm li Beyogluyê li Atlas 1948 Sinemasî, li Şîşlî li City's Nişantaşi – CINEWAM Premium+ û li Kaiıkoyê li Kadikoy Sinemasi û Sinematek/Sinema Evi hatin nîşandayîn.
Herî dawî fîlmê derhêner Steven Spielberg "The Fabelmans" û yê Luca Guadagnino "Bones and All" li bernameyê hatin zêdekirin û festîval bi van bidawî bû.
Li gor agahiya ku amadekarên festîvalê belav kir di 208 seansan de 52 fîlm ji aliyê nêzî 60 hezar kesî ve hatin temaşekirin. Ev reqem li gor salên çûyî reqemeke gelek bilind e. Par 26 hezar kesî li vê festîvalê li fîlman temaşe kiribû.
22'yemîn Fîlmekîmî dîsa di meha kewçêrê e, sala 2023'yan dê li dar bikeve.
Nûçeya Eleqedar:
- 'Fîlmekîmî' bi gelek fîlmên xelatgir amade ye