Diyarname
Di vê 28'ê mehê de Dadgeha Zagona Bingehîn dê dest bi rûniştinên axaftina li ser girtina Ak Partî bike.
Piştî ku dozger û Ak Partî parastina xwe kir, raportorê dadgehê jî raporê xwe nivîsand, niha doz çû ber destê endamên Dadgeha Zangona Bingehîn.
Endamên Dadgeha Zagona Bingehîn ên esil 11 kes in û ew li dozê dinêrin. Ger heta wê demê ji van 11 kesan hin malnişîn bibin, yan tiştek bê serê wan 4 endamên yêdek dikevin cihê wan.
Ev 11 endamên Dadgeha Zagona Bingehîn dê 28'ê mehê li hev rûnin û li ser doza girtina Ak Partî nîqaşê bikin.
Nediyar e dê çend rojan ev pêvajo bidome. Lê her kes li bendê ye ku di meha gelawêjê de encameke bê bi dest xistin.


