Nûçe-Analîz / Diyarname
Roja 23'ê mehê li Qraliyeta Yekbûyî referandûmek li ser "Ji Yekîtiya Ewropayê (YE) veqetin an na?" saz kirin. Sedî 52 kesî got belê em ji YE'yê veqetin, sedî 48 gotin na.
Niha dê çawa be, rewş dê ber bi ku ve here, welatên di bin banê Qraliyeta Yekbûyî ya Brîtanyayê de ne dê çi bikin?
Li ser vê van hin not:
- Pêşî ev gotin: Biryara referandûmê ji aliyê siyasî ve ne encama dawî ye, meclis bixwaze dikare li gor referandûmê tevbigere, yan jî tevnegere.
- Serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron alîgirê Yekîtiya Ewropayê bû. Ji hikumeta wî 9 wezîr dijî YE'yê bûn. Ji 331 mebûsên Partiya Mihafezekar (partiya Serokwezîr Cameron) bi ser 140'î de mebûs dijî YE'yê bûn. Piştî biryarê ne wezîran ne mebûsan îstîfa nekir.
Cameron dê îstîfa bike
- Piştî biryarê Serokwezîrê Îngilistanê David Cameron biryar da ku dê 3 mehan paşê hem ji serokwezîrî, hem ji serokatiya partiyê îstifa bike. Cameron piştî encamê di weşana yekser de wisa got: "Ez îstîfa dikim. Ev biryar ne hêsan e. Divê mirov hurmetê nîşanî biryara gelê Brîtanyayê bide. Hê jî fikra min ew e ku Îngilistan li nav YE'yê hê dê xurtir be. Lê diyar e brîtanyayiyan biryarek din da û ez bawerim pêdivî bi rêberek din heye. Di kongreya partiya me ya meha 10'an de emê li rêberek nû bigerin. Divê em rêyek nû bibînin."
- Vê encamê kir ku li gelek welatên Ewropayê rewşa YE'yê bê nîqaşkirin.
Nijadperest referandûmên xwe dixwazin
- Li gelek welatên YE'yê partiyên rastgir li welatê xwe banga referandûmê kirin. Seroka Eniya Neteweyî Marine Le Per (Front National) ku li Fransayê rastgirên radîkal in bang kir ku Fransa jî referandûmê li dar bixe.
- Li Hollandayê jî Serokê Partiya Azadiyê Geert Wilders (bi giştî wekî kesê dij koçberan tê nasîn) jî bang li welatê xwe kir ku ew jî referandûmê çêbikin û got: "Di qontrolkirina welatê xwe, pereyên xwe, sînorên xwe û polîtîkaya koçê de em dixwazin em bi xwe xwedî biryar bin." Li Hollandayê di adara bê de hilbijartin heye, Wilders got ku ew bibe serokwezîr ew dê referandûmê çêbike.
- Serokwezîra Almanyayê Merkel li ser encamê bêhizûriya xwe anî ziman, Serokomarê Fransayê Hollande jî got ku ev biryar ji bo Ewropayê ezmûnek dijwar e.
Dê dawiya Brîtanyayê bê?
- Ji welatên Brîtanyaya Yekbûyî Skoçya, Îrlandaya Bakur û bajarên Îngilistanê London û Manchesterê di referandûmê de bi ferqek mezin piştgirî da YE'yê û wan nedixwest Brîtanya ji YE'yê veqete.
- Niha ger Brîtanya bi ya hilbijêrên xwe bike û ji YE'yê veqete dê Skoçya jî, Îrlandaya Bakur jî jî hem dij derkevin, belkî ji Qraliyeta Yekbûyî veqetin jî. Ji welatên din ên Britanyayê Galler û Îngilistan dixwazin ji YE'yê veqetin.
Niha yekîtiya Qraliyeta Yekbûyî ya Brîtanyayê li ser xaçerêyek e; parçebûn, an dimkirin.
Aliyê aborî
- Bi encama referandûmê re hîsseyên "FTSEEurofirst 300" (ev 300 şîrketên mezin ên Ewropayê dişopîne) sedî 8 ketin. Buhaya petrolê ket, dolan sedî 3 bi qîmet bû. Tê gotin ku dê li borsaya Londonê daketin bidomin, dê pound jî qîmeta wê hinek dakeve.
- Butçeya YE'yê salane 16 trîlyon 220 mîlyon dolar e. Brîtanyaya yekbûyî her sal 2 trîlyon 849 mîlyar dolar (dike sedî 17,6'ê butçeyê) dixe nava vê butçeyê. Brîtanya ji vir veqete, ev pere jî dê jê here.
Di dawiyê de tiştên em bibêjin li ser referandûmê li Brîtanyaye û li YE'yê dê hê gelek bê nîqaşkirin.