Entab
Rêxistina Yeşil Sol Partî ji bo betalkirina hilbijartina mebûsiyê ya bajarê Dîlokê û nû ve li darxistina hilbijartinê serî li YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê) da.
Yeşîl Sol Partî got ku Vatan Partîsî bêyî haya wan jê hebe ji 4 hezar kesî zêdetir hilbijêr wekî peywirdarê sindoqan qeyd kirine û van kesan nekariye deng bidin. Loma jî Yeşîl Sol Partî serî li YSK'ê da ku hilbijartina mebûsiyê ya bajêr bê betalkirin.
Berendamên mebûsiyê yên Yeşîl Sol Partî li ser mijarê daxuyaniya nivîskî belavkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tenê dengek jî bê dizîn sûc e û divê rayedar peywira xwe ya zagonî bînin cih.