Diyarname
Li Tirkiyeyê li sehayên futbolê ku carinan dîmenên xirab derdikevin vê hefteyê sê mînak derketin:
Ji wan didu ji aliyê lîstikvanên Fenerbahçeyê ve hatin kirin.
Fenerbahçe û Kayserîsporê bi hev re lîst vê hefteyê û Fenerbahçe bi 2-0 bi ser ket. Di maçê de lîstikvanê Kayserî Franco Cangele fauleke li Emre Belozoglu kir. Belezoglu ku li derveyê sehayê dihat dermankirin îşareteke ku wekî bibêje "Ezê serê te jê bikim" li Cangele kir û bû sedema reaksiyonan. Belozoglu berê jî di maça Bursasporê de li hemberî fauleke bi heman dijwariyê bersiv dabû, di maça Sivassporê de jî dîsa heman helwesta xwe nîşan dabû.
Her wiha kelevanê Fenerbahçeyê Volkan Demirel jî îro ji ber ku pehîn li lîstikvanekî Kayseriyê da qerta sor girt. Volkan Demirel heta niha gelek caran ev yek kiribû.
Bi kurtahî ev her du lîstikvanên Fenerbahçeyê bû çend caran tiştinên wisa dikin.
Di maça Sivasspor û Ankarasporê de jî teknîk dîrektorê Sivassporê Bulent Uygun ku mirovê Serfermandariya Artêşa Tirkiyeyê ye, piştî ku di maçê de tîma wî gol xwar, wî bi pihînan li klûbeyê da û klûbeya yêdekan şikand. Uygun piştî maç xelas bû jî pêşî li hakêman girt û bi hêrs bi ser wan de çû, li dû wan gotinên xirab got.


