Diyarname
Di maçên îro de şampiyonê dawî Spanya li hemberî Hollanda nekarî dengê xwe derxe û bi 5-1 têk çû.
Di maçên 13'yê mehê de saet 19.00'an de li Stada Natal tîmên Meksîka û Kamerun derketin pêşberî hev. Meksîkayê bi 1-0 reqîbê xwe têk bir û 3 pûanên xwe girt. Gola Meksîkayê di deqîqeya Oribe Peralta di deqîqeya 61'ê de avêt.
Spanyayê dîroka pirgolxwarinê şikand!
Maça duyem a rojê saet 23'yan de dest pê kir. Şampiyonê tûrnûvaya berî vê Spanya jixwe bawer dest bi maçê kir û di deqîqeya David Silva pasek ji nav lîstikvanan re ji bo Diego Costa şand û li nav sehaya pêş qeleyê Stefan de Vrij Costa li erdê xist: Penalti. Lîstikvan Xabi Alonso penaltî avêt û tîma xwe bi 1-0 derxist pêş. Derxist pêş lê ev yek ji bo Hollanda bû gava ji xewê şiyarbûnê. Piştî vê kêliyê êdî Hollandayek din li sehayê bû. Di deqîqeya 44'an de Van Persie bezek dirêj kişand li dû pasê Daley Blind û li hewayê bi serê xwe li gogê xist, gog bi ser Casillas re şand nav torê: 1-1. Nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de Hollanda hartir bû. Di deqîqeya 53'yan de Arjen Robben, di deqîqeya 63'yan de De Vrij tima xwe gavek din bi pêşvetir bir: 3-1.
Di vê pozîsyonêde lîstikvanên Spanya li ber hakêm nerazîbûn nîşan da ku Van Persie li hemberî Casillas faûl kiriye lê encam neguherî; bi ser de Casillas qerta zer jî dît.
D ideqîqeya 73'yan de Van Persie careke din derket ser dikê û skor bû 4-1.
Di deqîqeya 80'ê de careke din Robben li ser dikê bû. Li hemberî Spanyaya moralê wê têk çûbû, Robben bi lez gihîşt goga jêre hat, wî defans derbas kir, qelevan Casillas bi erdê re kişand û serê spanyayiyan kir ber wan: 5-1.
Tîma Spanyayê yekem car di Kûpaya Cîhanê de 5 golan ser hev de dixwe.
Vane 6 golên maçê: