logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin
  2. Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve
  3. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  4. 'Ew jina herî xweşik bû'
  5. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
news-details

Ji Kûpaya Cîhanê notên ku derketin pêş

Me kûpayeke din a cîhanê li dû xwe hişt. Almanyayê kûpa bi dest xist. Û ji bo me jî ev îstatîktîk man. Fermo notên ku ji

  • Dîrok: 15/07/2014
  • Beş: Kûpaya Cîhanê 2014

Berhevkirin: Cemil Oguz

 

Me kûpayeke din a cîhanê li dû xwe hişt. Almanyayê kûpa bi dest xist. Û ji bo me jî ev îstatîktîk man. Fermo notên ku ji vê kûpaya cîhanê derketin pêş.

 

- Hêvî şikestin

Hin tîmên ku di nav tîmên favorî de bûn hêvî şikestin. Hin ji wan nekarîn ji koman derên, hin nikarîn derbasî çarîk fînalê bibin. Spanya, Îtalya, Îngilistan, Portekîz, Rusya di serî de hatin.

- Cesar xatir xwest

Qeleparêzê Brezîlyayê Julio Cesar yê 35 salî biryar da ku dê careke din di tîma neteweyî de nelîze. Cesar got ku 7-8 qeleparêzên jîr ên brezîlî hene ku dikarin formaya tîma neteweyî li xwe bikin, dora wan hatiye. Cesar heta niha 86 caran formaya Brezîlyayê li xwe kiribû.

- Teknîk dîrektoran xatir xwestin

Di Kûpaya Cîhanê de piraniya teknîk dîrektorên ku bi ser neketin dest ji karê xwe berdan. Teknîk dîrektorên Îtalya, Hollanda, Cezayîr, Nîjerya, Qeraxa Aj, Îran, Japonya, Koreya Başûr, Swîsre, Arjantîn û Hondurasê dest ji kar berdan.

- Klose ket nav dîrokê

Golavêjê alman Miroslav Klose bi golên ku di vê tûrnûvayê de avêtin gihîşt 16 golan. Di dîroka Kûpaya Cîhanê de bi 16 golan Klose golavêj Ronaldo li dû xwe hişt û bû kesê ku herî zêde di Kûpaya Cîhanê de gol avêtiye. Ronaldo 15 golên wî hene. Klose bi giştî di 24 maçên Kûpaya Cîhanê de lîstiye û bi vê jî bû duyemîn kes e ku herî zêde formayê li xwe dike. Di vî warî de Lothar Matthaus ê alman bi 25 maçan rekor di dest de ye.

- Messî û Neuer

Di her Kûpaya Cîhanê de lîstikvanên serketî jî têne hilbijartin. Qeleparêzê alman Manuel Neuer wekî qeleparêzê herî serketî yê vê tûrnûvayê hat hilbijartin û wî Xelata Lepikê Zêrîn girt. Lîstikvanê Arjantînê Lionel Messi jî wekî Lîstikvanê Herî Serketî hat hilbijartin û wî jî berî merasima kûpadayînê Xelata Gogo Zêrîn girt.

- Rodriguez 'Pêlava Zêrîn' girt

Lîstikvanê Kolombiyayê James Rodriguez bi 6 golan bû yekemîn kesê di vê tûrnûvayê de herî zêde gol diavêje û bi vê yekê Xelata Pêlava Zêrîn girt. Piştî Rodriguez lîstikvanê alman Muller tê ku wî 5 gol avêtine. Dûre bi 4 golan Messiyê (Arjantîn), Neymar (Berzîlya), Robin Van Persie (Hollanda) tê.

- Mondragonî navê xwe li nav dîroka dinyayê nivîsî!

Qeleparêzê Kolombiyayê Faryd Mondragon ku demekê li Tirkiyeyê di tîma Galatasaray de jî dilîst derbasî dîroka dinyayê bû. Di maça Kolombiya û Japonyayê qeleparêz Mondragon di deqîqeya 84'an de ji dêvla qeleparêz David Ospiana ket maçê û bi vê yekê bû qeleparêzê herî extiyar ê ku di Kûpaya Cîhanê de dilîze. Mondragon 43 salî ye.

Berî Mondragon ev rekor di destê qeleparêzê ji Kamerûnê Rojer Milla de bû. Milla di sala 1994'an, di Kûpaya Cîhanê ku li DYA'yê li dar ket de li hemberî Rusyayê lîstibû. Wê çaxê Milla 42 salî bû û ji 42 salên xwe jî mehek û 4 roj derbas kiribû. Niha Mondragon 43 salî û 4 roj bû, bi vê temenê xwe rekor ji destê Milla girt.

- 50'emîn "hat-trick" ji Shaqiri hat

Di dîroka Kûpaya Cîhanê de Xherdan Shaqiri bû 50'emîn lîstikvan ku "hat-trick" dike. Di tûrnûvaya li Brezîlyayê de yekemîn "hat-trick" ji aliyê golavêjê alman Thomas Muller ve hat kirin. Muller li hemberî Portekîzê sê gol avêtibûn.

- Serokdewlet Roussef: Hemû brezîlyayî xemgîn in

Serokdewleta Brezîlyayê Dilma Rousseff piştî bi 7-1 têkçûna Brezîlyayê ya li hemberî Almanyayê ji bo xemgîniya xwe bîne ziman axivî û got: "Wekî hemû brezîlyayiyan ez jî pir lê pir xemgîn im."

- Almanya got 4

Almanya ku bû 9 caran derdikeve finalê bû 4 caran kûpayê dide mala xwe. Almanya di 18 maçên xwe yên fermî yên dawî de qet têk neçûye. Ji van 5 caran wekhev maye.

- Lîstikvanên alman 408 hezar dolar girtin

Almanya ku Kûpaya Cîhanê girt ragihand ku dê her lîstikvanê xwe 408 hezar dolarî wekî prîm bide wan. (Di kadroyê de 23 lîstikvan hebûn).

- Ceza li Suarez hat birîn

Lîstikvanê Ûrûgûay Luis Suarez di maça Îtalyayê de lîstikvanekî gez kir. Ji ber vê helwesta wî ya derveyî fûtbolê FÎFA'yê 9 maç cezaya lîstina di tîma neteweyî de û 4 meh dûrketina ji fûtbolê lê birî.

- Hollanda û Almanya 15 gol avêtin

Di nav 32 tîman de herî zêde Hollanda û Almanya gol avêtine. Her du tîman 30 gol (her yekî 15 avêtin). Piştî van Kolombiya bi 12, Fransa û Brezîlya bi 10 golan tên. Swîsre û Arjantîn her yek 7, Hirvatistan û Cezayîr her yek bi 6 golên ku avêtine ketine rêzê.

 

- Maç ji 90 deqîqeyan derbasî 120'an bû
Ji hemû tûrnûvayan cudatir di vê tûrnûvayê de gelek maç ji 90 deqîqeyan derbasî 120 deqîqeyan bûn. Di maçên koman de ji xwe pergala pûanan hebû û pêdivî bi dema dirêj nebû. Lê di dora duyem, çarîk fînal, nîv fînal û fînalê de dema di 90 deqîqeyê de wekhevî xira nedibû maç derbasî dema dirêj dibû. Di dora duyem de ji 6 maçan 3 maç, di çarîk fînalê de maçek di 90 deqîqeyan de neqediyan û derbasî 120 deqîqeyan bûn. Her wiha ji du maçên nîv fînalê dîsa maçek (Arjantîn - Hollanda) û di maça fînalê de (Almanya-Arjantîn) maç derbasî dema dirêj bû û di 120 deqîqeyan de serketî diyar bû.

- 4 hakêman 4 maç bi rê ve birin

Ji hakêman Nicola Rizzoli, Djamel Haimoudi, Ravshan Irmatov û Nestor Pitana her yekî 4 maç bi rê ve birin. Jonas Eriksson, Mark Geiger, Bjorn Kuipers, Carlos Velasco Carballo, Pedro Proença û Cuneyt Çakir 3 maç bi rê ve birin.

- Brezîlyayê 5 caran kûpa girtiye

Heta niha 20 caran tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê li dar ket. Herî zêde Brezîlyayê kûpa bi dest xistiye. Brezîlyayê 5 caran, Almanya û Îtalyayê 4 caran, Arjantîn û Ûrûgûay 2 caran, Fransa, Spanya û Îngilistanê jî tenê carekê kûpa bi dest xistiye.

- Almanyayê 35, Arjantînê 25 mîlyon kar kir

Yekemînê tûrnûvayê Almanya bi giştî 35 mîlyon dolar, Arjantînê 25 mîlyon dolar, Hollanda 22 mîlyon dolar û Brezîlyaya ku bû çaremîn jî 20 mîlyon dolar pere kar kir. Dûre, yên ku derbasî çarîk fînalê bûn 14 mîlyon, yên ku derbasî dora duyemîn (16 tîm) bûn 9 mîlyon girtin.

- Brezîlyaya 11 mîlyar dolar xerc kir

Brezîlya ku ji bo Kûpaya Cîhanê mazûvanî kir bi giştî 11 mîlyar dolar xecr kir.

- FIFA'yê 4mîlyar dolar girt

Li gor îstatîstîkan Yekîtiya Federasyona Fûtbolê ya Navneteweyî (FIFA) ji tûrnûvayê 4 mîlyar dolar pere kar kiriye. Ji van vê pereyê 1.7 mîlyar dolar ji weşana TV'yan, 1.35 mîlyar dolar jî ji sponsoran girt.

- 14 mîlyon heb 'Brazuca' hatin firotin

Gogo tûrnûvayê ya fermî navê wê "Brazuca" bû. Ev gogo ku Adîdasê çêkiribû li gelek welatên dinyayê hatin firotin. Li Tirkiyeyê ev "Brazuca" di navbera 135-300 TL'yî de hatin firotin. Tê texmînkirin ku Adîdasê li temamê dinyayê li dor 14 mîlyon hebî "Brazuca" firotine.


Parve Bike

Youtube Me

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news
Kûpaya Cîhanê 2014 - Nivîsên Dawî
news
  • 15 07 2014

Ji Kûpaya Cîhanê notên ku derketin pêş

news
  • 13 07 2014

Fînal: Wê Arjantîn an Almanya bi ser bikeve? Û vane hin îstatîstîk

news
  • 13 07 2014

Bundchena brezîlî û Puyolê spanî kûpa anî, Almanyayê ew girt

news
  • 09 07 2014

Panzêr ketin Brezîlyayê û ew tar û mar kirin

news
  • 08 07 2014

Favaroyên Kûpaya Cîhanê derdikevin pêşberî hev

news
  • 05 07 2014

Arjantînê Belçîka, Hollandayê Kosta Rîka şand mala wê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

‘Asoya Peyvên Sermest’ derket

ad

FîlmAmed bi nîşandayîna "Jinwar"ê dest pê kir

ad

‘Elif Ana’, ‘Kurak Gunler’ û yên din

ad

Pênûsa Putin li Fransayê hate firotin

ad

Li Agiriyê şaxa Kurdî-Derê vebû

ad

Gora Seyîd Riza li ku ye?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

  • 11 10 2026
news

Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve

  • 11 10 2026
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname