Diyarname
Polîsan bi ser Federasyona Fûtbolê ya Spanyayê (RFEF) de girt û Serokê Federasyonê Angel Maria Villar Llona di çarçoveya karên qirêj de girt bin çavan. Di serdegirtinê de kurê wî jî di nav de 4 rêveber girtin bin çavan.
Piştî biserdegirtinê Wezîrê Sporê yê Spanyayê Inigo Mendez de Vigo ji bo kanalên neteweyî axivî, diyar kir ku li Spanyayê her kes li ber biryara zagonan wekhev e û kes ne bi ser hiqûqê re ye.
Dadgerê Dadgeha Bilind Santiago Pedraz operasyonê bi rê ve dibe û ew bi ser meseleyên karê qirêj, sazkirina belgeyên sexte û ji bo xwe destdanîna ser pereyan de diçin.
Tiştên ku ji bo Serokê RFEF'ê Villar tê sûcdar kirin ev eN: Ji bo bibe Serokê RFEF'ê pereyên RFEF'yê bikar anîne û bi vê piştgiriya rêveberên federasyona herêmî jî bi dest xistiye.
Villar di gulana borî de bêyî reqîbê wî hebe ketibû hilbijartinê û bû 8 caran bi ser hev de wekî Serokê RFEF'ê tê hilbijartin. Peywira wî 4 salan paşê bi dawî dibe.
UEFA'yê daxuyanî da
Serokê RFEF'ê Villar di heman demê de yek ji cîgirên -bilind ê Serokên FIFA û UEFA'yê ye jî. Li ser binçavkirina Villar UEFA'yê daxuyanî da û got: "Haya me ji nûçeyên li ser birêz Villar Liona hene. Niha em tiştek nabêjin."