Hewlêr
Piştî ku Heyeta BDP'ê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya, heyet vê carê bi Serokê Hikumeta Herêma Kuristanê Behrem Ehmed Salih re hevdîtin pêk anî.
Heyeta BDP'ê ji bo plankirina konferansa kurd û vekirina nûneriya BDP'ê ya Hewlêrê û nîqaşkirina rewşa siyasî ya dawî derbasî başûr bûbû. Heyet îro li Selehedînê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî re hevdîtineke pêk anî. Hate gotin ku di hevdîtinê de li ser konferansa di nav partiyên kurdan de axaftin hatiye kirin.
Heyet ber êvarkî jî bû mêvanê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Berhem Salih û hevdîtineke pêk anî.
Hate gotin ku her du hevdîtin jî bi kêfxweşî pêk hatine.
Wêne ji Pukmedia.com/kurdi hatine girtin



