NAVENDA NÛÇEYAN
Hevserokên Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed û Wanê yên BDP'yî peyama sersaxiyê weşandin û dan xuyakirin ku ew amade ne ji bo gelê Somayê hemû derfetên xwe seferber bikin.
JI KIŞANAK Û ANLI PEYAM
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli yên BDP'î têkîldarî cînayeta kar a li kana komirê ya li Somayê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Di daxuyaniyê de Hevşaredaran gotin: "Di cînayeta kar a ku qewimiye de gelek welatiyên me jiyana xwe ji dest dane, gelek ji wan birîndar in û bi sedan jî asê mane. Em di serî de ji bo malbatên ku xizmên wan jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin û ji bo birîndaran jî şîfayê dixwazin. Ji bo kesên ku di kanê de asê mane em amade ne ku bi hemû derfetên xwe ve alîkariyê bidin."
ŞAREDARIYA WANÊ: EM VÊ ÊŞÊ DIZANIN
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Bekîr Kaya û Hatîce Çoban jî bi daxuyaniyeke li ser navê gelê Wanê peyama sersaxiyê weşandin.
Hevşaredaran di peyama xwe de gotin, "Hatiye ragihandin ku di cînayeta kar a duh li Soma'yê de heta niha 21 kedkaran jiyana xwe ji dest dane, hê zêdeyî 200 kedkarî li kanê asê mane. Bila rehma Xwedê li welatiyên me yên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane be, ji malbatên wan re sebir, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Em hêvîdarin ku zêdeyî 200 kedkarên di kanê de asê mane, bi saxî rizgar bibin û bigihêjin malbatên xwe.
Wekî bajarekî ku di demeke nêz de ji ber erdhejê heman êş kişandiye, em vê êşê baş dizanin û êşa gelê Somayê wekî gelê Wanê di dilê xwe de hîs dikin. Li ser navê gelê me yê li bajêr em ji bo gelê Somayê sersaxiyê dixwazin û diyar dikin ku wekî bajarê Wanê amade ne hemû derfetên xwe seferber bikin."


