Va ye fotoyê herî buha: 12,4 mîlyon dolar
Diyarname
Fotografê ku fotografkêþê amerîkî Man Ray kiþandibû di mezatê de bi 12,4 mîlyon dolarî hat firotin û bi vê yekê bû fotografê herî buha.
Fotografê bi navê "Le Violon d'Ingres" (Kemanê Ingresê) di sala 1924'an de hatiye kiþandin. Fotografê reþ û spî piþta jineke tazî nîþan dide ku li ser piþta wê xêz jî kirine û bûye wekî kemanek.
Mezatxaneya Christie 14'ê mehê ev foto xist mezatê û li bendê bû ku di navbera 5-7 mîlyon dolarî de bê firotin lê bi 12,4 mîlyon dolarî hat firotin. Bi vê yekê jî ev foto li dinyayê bû fotoyê herî buha.
Fotografkêþ May Ray di sala 1890'î de hatibû dinê û 1976'an de miribû.