Diyarname
Rojnameya New York Times'ê li ser Nexşeya Rojhilata Navîn nirxadineke kir û got ji 5 dewletan dê 14 dewletên nû derkevin. Di nav van de Kurdistan jî heye.
Yek ji nivîskarêr New York Timesê Robin Write li ser welatên Rojhilata Navîn analîzek kir. Di analîzê de diyar kir ku ji 5 dewletan dê 14 dewletên nû derên û ev yek li ser nexşeyê nîşan da. Analîstê polîtÎkaya derve û rojnameger Robin Write îdîa kir ku li gelek welatên li Rojhilata Navîn ku niha lê pevçûn hene di pêşerojê de dê parçe bibin. Write li ser neşxeyê analîz kir û got:
Sûriye, Iraq, Erebistana Siûdî, Lîbya û Yemen parçe bibin.
Robin Write ji bo Iraq û Sûriyê wisa gotiye:
Li Sûriyê ku ev 2 sal û nîv in pevçûn hene dê parçebûn çêbe û Iraq jî dê bibe 3 parçe.
Li Sûriyê, li qeraxa Behra Spî dê dewleteke elewî çêse. Li bakurê Sûriyê û bakurê Iraqe dê dewleteke Kurdistanê bê avakirin.
Suniyê Sûriyê û Iraqê dê dewleteke hevpar ava bikin. Li başûrê Iraqê jî dê dewleta "Şiîistan" ava bibe.


