GIRKÊ LEGÊ
Avahiya Tevgera Ciwanên Kurd a Girkê Legê ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ve hate şewitandin. Di encama şewata ku ji aliyê hêzên asayîşê û îtîfaîyê ve hate vemirandin de ziyana madî çêbû.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şevêdin dema ku tu kes di avahiyê de nebûye, kes an jî kesên nasnameya wan nediyar e, avahiya Tevgera Ciwanên Kurd şewitand. Li ser agahdarkirinê ekîbên asayîşê û îtfaîyeya Rimêlanê çûn cihê bûyerê û agir vemirand. Di encama şewatê de tiştên di avahiyê de hemû şewitîn.
Hêzên Asayîşê derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin.
Li aliyê din Berpirsyarê Tevgera Ciwanên Kurd Mehemed Remezan ji hêzên asayîşê re got ku ew wekî tevgera ciwanan girêdayî yan jî alîgirên tu rêxistinan nîn in. Mehemed Remezan destnîşan kir ku tu kesî ew tehdît nekirin e û got: “Daxuyaniyên ku li ser navê me tên dayîn û tê îdîakirin ku hinek derdoran em tehdît kirine ne rastin.”
ANHA


