Diyarname
Li Mêrdînê, li Şaneşîn Performansê vê mehê 5 çalakiyên cuda hene.
Bernameya Şaneşîn Performansê ya meha adarê diyar bû. Bernameya wan roja 8'ê mehê bi nîşandayîneke taybet a ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê dest pê dike. Vê rojê lîstika "Sera Pîra" wê ji bo 8'ê Adarê bê lîstin.
Lîstika "Sera Pîra" di heman demê de 14'ê mehê jî taybet ji bo endamên TMMOB'ê dê bê lîstin.
Li aliyê din 18'ê mehê lîstika "Circus D'Arc" heye û 22'yê mehê jî lîsteka Şano Ar "Qral û Travîs" wê li ser dikê wan be.
Her wiha roja 13'ê mehê jî bilgefîlmê derhêner Selim Yildiz "Dialogue" bê nîşandayîn. Di dema nîşandayînê de derhêner Yildiz jî dê amade be.
***
Nûçeyên Eleqedar: