Diyarname
Di yekemîn salvegera wefata Orhan Doganî de Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê wî bi çalakiyeke bibîr tîne.
Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê dê li Enqereyê 12'ê mehê çalakiyeke ji bo bîranîna Orhan Doganî li Navenda Çanda Kongreye ya Odeya Muhendîzên Avahiyan li dar bixe.
Çalakiya ku dê saet 15.00'an de li dar bikeve dê li ser Doganî axaftin bêne kirin, pêşangeheke li ser wî bê li dar xistin û sînevîzyoneke bê pêşkêş kirin.


