Diyarname
Fotoyê îro ji girtîgehê hat, ji Hevserokê berê yê HDP’ê siyasetmedar Selahattin Demirtaş û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê ji peywirê hat girtin Selçuk Mizrak hat. Herduyan ji bo keça kurd Jîna Amînî ku ji ber porê wê nexumamkirî hat kuştin, porê xwe kur kirin û piştgirî dan çalakiyên ji bo Amînî têne li dar xistin.
Demirtaş di nameyê ku şand de got ku ew êşa Amînî di dilê xwe de hîs dikin. Dîsa Demirtaş lê zêde kir ku têkoşîn ne berpirsiyariya jinan tenê ye, ji bo ew piştgirî bidin têkoşîna wekhevî û azadiyê, ji bo diyar bikin bi gelê li Îranê ber xwe didin re ne wan porê xwe kur kiriye.
Em jî vê fotoyê wekî fotoyê rojê pêşkêş dikin.
Nûçeya Eleqedar:
- Ligel kursiya vala hevpeyvîn