Diyarname
Walîtiya Şirnexê di daxuyaniya xwe ya fermî de yekemîn car ji bo başûr got "Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê".
Midûriyeta Îdarî ya Mulkî ya Deriyê Gumrika Xabûrê (di asta Cîgiriya Walîtiya Şirnexêde ye) duh daxuyaniyeke hate weşandin. Wan heta niha digotin "Bakurê Iraqê" yan jî "Rêveberiya Herêmî ya Kurd" yekemîn car got "Rêveberiya Herîmê ya Kurdistana Iraqê". Walîtî ji bo fîrmayên ticaretê li başûr dikin daxuyanî weşand û têde ev gotin bikar anîn.
Di berdewamiya daxuyaniyê de kurteya bi tirkî IKBY (Irak Kurdistan Bolge Yonetimi) bikar anî.