HANNOVER
Li bajarê Hannover yê Almanyayê bi mîtingeke berxwedana Kobanî hat silav kirin. Di mîtinga ku bi sedan kurdistanî lê amade bûn de diruşma “Kobanî ne bi tenê ye” bilind kirin.
Li Hannover êrîşên komên çete yên DAIŞ’ê yên li ser Kobanî hatin şermezarkirin û piştgiriya xwe ya ji bo Kobanî eşkere kirin.
Di mîtîngê de li ser navê PYD, YEK-KOM û Meclisa Gel a Hannover axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku gelê kurd sekna xwe ya rêxistinkirî berdewam dike û wiha hat gotin: “Eger heya roja îro li hemberî hêzên dagirker li berxwedaye, destkeftiyên li Rojava parastine, wê ji niha û şûn de jî biparêze û mezin bike.”
Di tevahiya çalakiyê de belavokên ku PYD û YEK-KOM amade kiribûn hatin belavkirin. Çalakî bi dirûşmên “Bijî serok Apo”, “Bijî berxwedana YPG’ê” bi dawî bû.