Diyarname
Lîstika bi navê "Daf" ku li ser du leşkerên li du aliyên sînor e, vê carê li Zanîngeha Bogazîçî tê lîstin.
Lîstika Teatra Avesta ku Aydin Orak ew nivîsandiye roja 15'ê vê mehê saet 20.00'an de li Salona Demir Demirgil a Zanîngeha Bogazîçî tê lîstin.
Di lîstikê de Dilan Guçer, Remzi Pamukçu û Aydin Orak diLîzin. Lîstika ku îsal yekemîn car di 18'emîn Festîvala Şanoyayê ya Stenbolê hate lîstin, piştî Bogazîçî, roja 17'ê mehê dê li Festîvala Şanoyê ya Navnetweyî ya Enqereyê derkeve pêşberî temaşevanan.
Daf li ser du leşkerên ku her yek li aliyeke sînor e hatiye sazkirin. Du leşkerên her yek leşkerê welatek û di navbera wan de tenê sînoreke têlîn. Her du jî dafikan datînin ku her diçe êdî ew dehfik dibin dehfikên ku ew bi xwe dikevin.
Kunye
Lîstik: Daf
Kom: Teatra Avesta
Derhêner: Murat Garîpagaoglu
Nivîsandina tekstê: Aydin Orak
Lîstikvan: Aydin Orak, Remzi Pamukçu
Ziman: Kurdî (Bi sernivîsa tirkî tê pêşkêşkirin)
Mawe: 60 deqîqe (Bênavber)