Diyarname
Vê hefteyê 7 fîlm di vîzyonê de ne: Fireflies in the Garden, "Firtina", High School Musical 3: Senior Year, Son Buluşma, Dara lîmonan, Gitmek, Rec. Di nav van de pêşniyaza me li ser "Bahoz" û "Çûyîn" e.
Bahçemdeki Ateş Bocekleri - Teysokên li bexçeyê min -Fireflies in the Garden (2008)
Derhêner: Dennis Lee
Lîstikvan: Julia Roberts, Ryan Reynolds
Cure: Dram
Fîlm nivbiyografîk e ku di nav tevliheviya eşqê û parçebûna malbateke ku mirovan diêşîne nîşan dide.
***
Firtina - Bahoz (2008)
Derhêner: Kazim Oz
Lîstikvan: Cahit GoK (Cemal), Havin Funda SAÇ (Rojda), Selim AKGUL (Orhan), Asiye DİNÇSOY (Hêlîn), Kadim YAŞAR (Halil), Ali GEÇİMLİ (Ali), Ali Surmeli Bertan DİRİKOLU (Muslum), Engin Emre DEGER (Ozcan), Volga SORGU (VK), Feyzullah GURDAŞ (Abdulbaki), Ececan GUMECİ (Leyla), Çaglayan BOZACI
Cure: Dram
Ziman: Kurdî, Tirkî
Fîlm li ser ciwanên salên 1990’î, li ser çîroka siyasîbûna Cemal, Rojda û Orhan e. Cemal di ezmûnê de mafê xwendina li Zanîngeha Stenbolê bi dest dixe û ji navçeyeke biçûk tê Stenbolê. Cemal di nav qelebalixa bajarê mezin de di nav tenêtiya hundirîn de ye û bi naşîna komeke ciwanên şoreşger re ev tenêbûna wî ji holê radibe. Bi yek ji rêberên komê Hêlînê re dikeve xirecirê û bi vê yekê re nasnameya xwe kifş dike. Heman pêvajo ji bo Rojda û Orhan jî derbas dibe. Ev ciwanên ku hê nû berê xwe dane salên bîstî xeyalên guherandina dinyayê dikin. Fikra ‘Şoreş’ê bi enejiya wan a ciwan re dibe yek û di fîlm de derdikeve pêşberî me.
Ji bo fragmanê:
***

Gitmek: My Marlon ve Brando - Çûyîn: My Marlon û Brando (2007)
Derhêner: Huseyin Karabey
Lîstikvan: Nesrin Cavadzade, Ayça Damgaci, Heme Elî Xan, Cengiz Bozkurt
Cure: Dram / Şer
Ziman: Tirkî, Kurdî, Îngilîzî
Fîlm li ser çîrokeke evînî ya rastîn hatiye kişandin; Çîroka jineke tirk a bi navê Ayça û mêrekî kurd ê bi navê Heme Elî.
Ayça ji Stenbolê ji bo evîndarê xwe ber bi Başûr ve dikeve rê. Ji Amed, Mêrdîn, Silopî, Wan heta bajarên Rojhilat diçe...
***
Ji bo fragmanê:
High School Musical 3: Senior Year (2008)
Derhêner: Kenny Ortega
Lîstikvan: Zac Efron, Vanessa Anne Hudgens
Cure: Muzîkal / Komedî
Di beşa nû ya vê rêzeyê de xwendekarê pola dawî Tro (Zac Efron) û Gabriella (Venessa Hudgens) ji bo ku dê li cihên cihê zanîngehê biXwîzin bi rastiya ku dê ji hev bibîn re rû bi rû ne.
***
Son Buluşma - Hevdîtina Dawî (2008)
Derhêner: Nesli Çolgeçen
Lîstikvan: Omer Kuyuk, Yakup Satar
Cure: Belgefîlm
Fîlm li ser kesên ku ji bo rizgarkirina Tirkiyeyê ketine şer û têde bûne xazî hatiye kişandin. Di fîlm de wan bi xwe rol girtiye.
***
Limon Agaci - Dara Lîmonan - Lemon Tree (2008)
Derhêner: Eran Riklis
Lîstikvan: Hiam Abbass, Doron Tavory
Cure: Dram
Fîlmê derhêner Eran Riklis "Dara Lîmonê" bi awayekî însanî li meseleya Filistin û Îsraîlê dinêre.
***
Olum Çigligi - Rec (2007)
Derhêner: Jaume Balagueró, Paco Plaza
Lîstikvan: Manuela Velasco, Javier Botet...
Cure: Dram / Şer
Nûçegihana televîzyonekê ya ciwan Angela û kameraman Pablo bernameyeke li ser agirkujan dikişîne. Bername bi zor û zehmetiyê dimeşe û bi lêdana telefonekê re aksiyon dest pê dike.


