Amed
Di Newroza Amedê ku bi mîlyonan kes beşdar bû de nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwendin. Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Buldan bi kurdî, Cîgirê Hevserokên HDP'ê Sirri Sureya Onder jî bi tirkî name xwend. Ocalan got: "Aştî ji şer zehmetir e lê her şer dawiyeke wê heye. Me çawa dema şer dikir em neditirsiyan, di dema aştiyê de jî em natirsin."
Vane ji nameya Ocalan hin xal:
- Temamên dostên ku dilê wan bi agirê Newrozê û aştî û azadiyê geş dibe, merheba! Ez gelê xwe yê li Mezopotamyaya ku dergûşa şaristaniyan e, agirê Newroza bihişmet veguherand şahiyek hişyarbûn û demokrasiyê silav dikim. Di şexsê we de ez hezkirinên xwe dişînim ji temamên jin û ciwanên welatê xwe re.
- Ez bangî her kesên ku di dilê xwe de ji aştiyê re ciyek veqetandiye, li dengê me guhdar kiriye dikim.
- Ez cejna gelên bira yên Rojhilata Navîn û Asyayê ku dergûşî ji dîroka şaristaniya dinyayê re kirine jî pîroz dikim. Ji we tevan re, silavên jidil û can dişînim. Merheba..!
- Me agirê şer ê ku şaxên ciwan, can û evîn û ked, tev kiribû arî, dîsa di rojeke wiha de, di Newrozê de tefandibû û ji bona aştiyê meşaleya vejîneke mezin pêxistibû.
- Pirsa herî şewat ya li ber me, ku li hêviya bersivê ye, gelo bila darbe her tim xwe dubare bikin, an jî bi demokrasiyeke tam û radîkal em bi riya xwe de bimeşin e.
- Rewşa rojane ya şênber ku ji Newroza dawîn û heta îro em dijîn, tam jî vê riya veqetînê ku dijwartir dibe şanî me dide. Ya ew ê rejîma komploker û darbeker ya ku, pişta xwe daye modernîteya kapîtalîst, ya van 200 salên dawîn, ji nû ve xwe restore bike û dewam bike, yan jî têkiliyên kurd û tirkan ên ku li ser armanca xwe ya dîrokî hatine rûniştandin ew ên di reformên demokratîk ên berfireh de derbas bibin û bi rejîmeke qanûna bingehîna demokratîk makenîzmayên komploker û darbeker parçe bikin û çareseriyê bînin. Temamên riyên navber û demî êdî mîada xwe dagirtine.
- A ku heta niha dewam dikir pêvajoyeke diyalogê bû û girîng bû. Di vê pêvajoyê de her du aliyan jî niyetên hev ê qenc û rastîn û têrkerî test kirine. Vê testê daye xuyakirin ku ligel helwesta xwegirankirin, ji bingeha qanûnî revîn û dirêjkirina demê ya hikumetê, her du alî jî di lêgerîna aştiyê de bi biryar in. Lê her wiha ligel ku pêvajoyên diyalogê girîng in jî girêdêriyekê şanî nadin. Ji ber vê ji bo aştiyeke mayînde ewlehiya têr û tije dernaxin holê. Nuxteya ku em hatine, ji bo sîstema muzakereyan çarçoveyeke qanûnî jênerev e.
Aştî ji şer zortir e, lê aştiyeke her şerî heye. Dema ku me li ber xwe dida em neditirsiyan, dema ku em li hev bên jî em ê netirsin.
Berxwedana me ne li hember gelên bira bû, li hember pergala hegemonîk, înkarker, a ku tune dikir û zilimkar bû. Her wiha aştiya me jî ne ji bo hikumet û dewletan e, ji bo gelên ku nirxên vê axê yên kevn û hezar salî dahurandine û amadekarên bêhempa yên mîrata çandî yê dinyayê ew gelên Anadolê, Kurdistan û Mezopotamyayê ye. Hikumet û dewlet divê li gorî vê rastiyê tevbigerin û barê wan pêşxistina cidiyeteke li gorî vê rastiyê ye.
Rêwîtiya me ya mezin a aştiyê ji Osloyê heta Parîsê, ji Geverê heta Licê, ji operasyonên KCK'ê heta helwesta zalimane ya li ser nexweşên girtî, rastî gelek êrîşan hatiye. Ev ya ku ew ê van lîstokên qirêj tev xerabike, serdestiya Gladyoya Navnetewî hilweşîne û vala derxe ev tevger e; yanî hûn in. Li hember komployên navneteweyî, ku bi hezar şêweyî derdikevin pêşiya me, divê em baldar bin, ev peywireke me ya dîrokî ye.
Her wiha uslûb û zimanekî xweş û rast, ligel ku ew ê rêbazên şerê psîkolojîk û nîjadperest vala derxe, ew e bibe karakterê bingehîn ê aştiya me ya mezin.
Ev aştî di serî de li Rojava, li temamê herêmê encax ew ê bi çareseriyên demokratîk ên qanûnî bê xurtkirin.
Jin, ligel potansiyela azadî û wekheviya mezin, bi lêzêdekirina nirxên exlaqî û bedewî, yên nû, ku ew ê li pêşveçûna demokratîk a civakî zêde bikin, ew ê bibin barhilgirên esasî yên vê aştiyê.
Tevgera me wekî tevgereke ciwan destpê kiriye û her tim ciwan maye. Li hember êrîş û provakasyonên li ser vê aştiyê, ew ê dîsa ciwan bibin parastvanên nebez û berxwedêr.
Gelê me yê ku di serî de Ewropa, koçberî çar aliyên dinyayê bûne, ew ê bibin dengê me yê ku ji dinyayê re aştiyê û jiyana bi rûmet û azad diqîre.
Temamên rêhevalên me, yên ku li her warên ku hêvî ber bi tunebûnê ve çûye, bi vîna xwe ya bêhempa jiyana xwe, tenduristiya xwe û azadiya xwe, bêyî ku çavên xwe bişikînin dane, ew ê bibin sparteka me ya bingehîn.
Ligel gotinên nijadperestîn, dabeşkar û biçûkdîtin û xwîn û nefretê; bi serpêhatiya biratiya hezar salî ew ê gelên Tirkiyeyê bibin bersiva herî xurt.
Bi baweriya welatekî tam demokratîk ku ew ê lê temamê gel û baweriyan, çand û ked xwe azad bibînin, bi hestên xwe yên herî şoreşger we tevan silav dikim.
Bangî her kesên ku li hemberî dem û mirovahiyê xwe berpirsiyar dibînin dikim ku bibin kevirên avahiya aştiya me ya mezin.
Silav li yên ku ji bonî biratiya gelan dixebitin. Silav li bargiranan. Bijî Newroz!