Diyarname
Di Wimbledonê de Nadal Federerê şampiyon têk bir û hestên têkçûnê jî pê da hîskirin.
Ev 5 salên dawîn in li Wimbledonê di tenîsê de Roger Federer bi ser dikeve. Lê di Wimbledona îsal ku 6'ê tîrmehê li dar ket de Rafael Nadal ê spanyol hestên têkçûnê bi Roger Federer da hîskirin. Nadalî bi 3-2 Federer têk bir û yekem car bû şampiyonê Wimbledonê.
Ev sêyemîn Tûrnûvaya Grand Slam a vê serdemê bû. Di fînala tek mêran de pêşengê rêza yekem Federer û pêşengê dêza duyem Nadal hatin hemberî hev. Di maçê de 2 caran baran barî û navber danê.
Maç bi 6-4, 6-4, 6-7, 6-7 berdewam kir û di seda dawî de Nadal bi 9-7 Federer têk bir û bû şampiyon.
Maça ku li dor çar saet û nîvê dom kir temaşevanan jê kêfek mezin girt.
Di wimbledonê di maça tek jinan de jî duh Venus Williams û Serena Williams di fînalê de hatin pêşberî hev û maç bi serketina Venus Williansê bi dawî bûbû. Bi vê şampiyoniyê Venus Williams bû pênc caran vê kûpayê bi dest dixe.