Diyarname
Di gera DTP'ê ya li bajarên kurdan de Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna li Qereçobana Erzeromê axivî û got: "Li Erzeromê em dixwazin çar şaredariyên navçeyan bi dest bixin. Ji bo vê yekê her kes çi ji dest tê bila bike."
Li ber avahiya DTP'ê nêzî 7 hezar kesî hat cem hev û diruşm avêtin. Piştî axaftina Ayna konvoya DTP'ê ber bi Xinûsê ve kete rê.
Ayna li Xinûsê jî da zanîn ku ewê di hilbijartina 29'ê adara 2009'an de şaredariya Xinûsê bi dest bixin.
Wekî notek: Di vê hilbijartinê de DTP ji xwe re kiriye hedef ku navçeyên Tekman, Qereyazî, Qereçoban û Xinûsê bi dest bixe.


