Selîm Ferat*
"Ji bo azadiyê çarenûsa xwe bi xwe dest nîşan kirin!" Ev hevok a Jemal (Cemal) Nebez ê ku çend roj berê ji nava me barkirî, ye.
Ji kêm kesayetên kurd ên ku şopekê li pey xwe dihêlin, yek jî Jemal Nebez e.
Lêkolînerekî bi dilzîzî li kurdiniyê digeriya;
Xwedan dîsîplîneke li qata herî berz, dilziz, tu car xetayên kesan çi dûr/ çi nêz nedibexşand, xwedan mêzîneke wijdanî, camêrekî kêm tê dîtin, bû.
Ew ramanwereke ji kûrahiya têgihîştinê bû, tim hewl da ku li ser bingehê Ramana Netewî teşeyeke sosyoekonomîk, etnîk bide civaka kurd.
Jemal Nebez, li Silêmaniyê hate cihanê (1933), piştî rawestgehên Bexda, Libnan, Kurdistana Rojhilat (Kirmanşah) di dawiya sala 1962'yan de hat Ewropayê. Temenê xwe yê li Ewropayê piştî 1970 li Berlînê borand. Ji sala 1962'yan û şûn ve hîç neçû Kurdistanê.
Tu carî bi dilgermî nêzîkê Serkariya Herêmê nebû.
Di her firsendê de bê tirs digot; "Mesûd Barzanî û Talabanî berjewendiyên xwe yên polîtîk li pêş her tiştî digirin."
Ji Talabanî re nameyek nivisî, tê de hemû mijareyên ku ew diêşand ragihandibû.
Ji bo hinekan xwe ji merceka Jemal Nebez rizgarkirin gelek dijwar bû.
Ji bo Kurdistana Başûr hate vexwendin, lê neçû.
Got; "Ez naxwazin tevî karên bi qirêj bim!"
Got "Ji bo çi ez têkevim nava hewldanê xudmuxtariyetê?" û ev lê zêdekir: "Çima em xwe ji neteweyên din piçûktir û jêrtir bibînin!"
Di rastiyê de Jemal Nebez li kurdiniyê digeriya.
Dema di sala 1985'an de li Stockholmê bangî li rewşenbîrên kurd kir, li bersiva pirsa "Kurd kî ye?" geriya. Di van daxuyaniyên xwe de bersiva lê digeriya pirsa "Kurd bûn tê çi wateyê?" bû. Ez dixwazim hîpoteza: Ji ber ku Jemal Nebez kurdê ku lê digeriya, nedîtibû, lewma careke din venegeriyabû Kurdistanê, li vir radigîhînim.
Nebezê ku ji kurdê di nava çapraziya (çeprats) alkalîk û posmodern de taybetiyên xwe yên xwezayî windakirî dûr radiwestiya, di sala 1969/70'yî de teza xwe ya doktorayê li ser Prensê Kurd yê yekem Mîr Mihemedî Rewandûzî nivisî.
Ez dixwazin binê vê rastiyê jî xêz bikim. Jemal Nebezê ku min ji nêz ve nasî, wekî tekakesekî taybet bû.
Xwedan rawestaneke wisa karîzmatîk bû, bê mirov jê re asîstanî bike li gel wî tu şansê mirovan nedibû, hema di nêrîna yekem de diteyisand.
Ne gotineke vala ye. Jemal Nebez di warê çand û zanyariya îslamê de ji kesayetiyên wekî derya yek bû.
Xwediyê rik û gotina xwe bû.
Li gor wî kurd rastê xişmê sê şêwe karesetan hatibû.
1 – "Xwişk û biratî" (Em tev de xwişk û bira ne....)
2 – Tekoşîna çînî (bila berê sosyalîzm were...)
3 – Baweriya bi Xwedê (Em tev de îslam in...)
Jemal Nebezê ku bi rikî digot; pêdiviya kurdan bi Marksizmê tune, bi vê talûkeya ji TKP, TUDEH û partiyên Baas dihat destnîşan dikir.
"Ji bo çi hûn bi hev ketine û bi dagirkeran re jî bûne xwişk û bira?" Bi vê dijderketinê, birîna me ya di dîrokê de hatiye çendbarekirin destnîşan dikir.
Em gelek caran li ser van mijaran ketin nava gengeşiyan.
Dema min di destpêka salên 90'î de bi wî re hevpeyvînek çêkiribû, têgihîştibûm ku li hemberî zanyarekî dînê îslamê rûniştime.
Ew li ser Îslama Rojhilata Navîn û ananeyên wê zanyarek pispor bû.
Zanyariya wî ya kûr ya li ser îslamê ji bavê wî jê re diyarî mabû.
Dema Ocalan li Romayê bû, xwestibû biçe ziyareta wî.
Xuyabû, ev tîka wî bi şûn ve hatibû zivirandin. Dû re ji hevalekî fêr bûm ku wî gotiye; min pêşî li çûyîna wî girtiye.
Wê hefteyê li Jemal Nebez geriyam, min ragihand ku ez tu carê li dij rêwîtiyeke wiha nin im, ew hêza ku ez bikanim pêşî li çûyîna wî bigirim, di min de hîç tune, berpirsiyariyeke min ê wisa jî tune.
Ew keniya û me mijûlî domand.
Tiştê ku min fêm kir ev bû:
Piştî hatibû Ewropê neçûbû Kurdistanê, çawa ku parçeyek Kurdistanê hatibe Romayê. Hêrsbûna wî li dij pêşî li çûyîna wî girtinê, ji ber vê sedemê bû.
Hevdîtina me ya herî dawiyê rastî berî sê salan tê.
Di kûrahiya ramanan de winda bû, me silav li hev kir, ez jê re gelek rêzdar bûm. Yên ku wî dinasîn, dizanin, ew kênên wî yên taybet, wêneyê herê dawiyê ji wî li ba min ma, ew bû.
Bi rêzdariya li ber bîranîna wî serî çemandinê,...
*Ev nivîs di Yenî Ozgur Polîtîkayê de bi tirkî hatiye weşandin û Fêrgîn Melîk Aykoç wergerandiye kurdî.


