Diyarname
Li Tirkiyeyê maçên serdema duyemîn a lîgên Super, 1'em, 2'e û 3'yem dest pê dikin.
Di Super Lîgê de serdema duyemîn îro bi maça Akhisar û Beşîktaşê saet 20.30 de dest pê dike.
Maçên din ên hefteya 18'emîn sibê û du sibê tê bêne lîstin. Serdema yekemîn a Lîga Super ku îsal navê Lefter Kuçukandonyadis lê kiribû bi lîderiya Başakşehîrê bi dawî bûbû. Lîg dê 26'ê gulanê bi dawî bibe û serketiyê îsal diyar bibe.
Di Lîga 1'emîn de serdem îro bi maça Adana Demîrspor û Kardemîr Karabukê dest pê dike û sibê û du sibê dê bidome. Di vê lîgê de 19'ê gulanê lîg bi dawî dibe. Yekemîn û duyemînên lîgê raste rast derdikevin Lîga Super, ji bo tîma sêyemîn play-of tê lîstin.
Di Lîga 2'yemîn de du kom hene: Koma Spî û Koma Sor. Di nav Koma Spî de Amed Spor jî heye. Di vê lîgê de maç sibê (19'ê mehê) dest pê dikin û 20'ê mehê didomin. Amed Spor 20'ê mehê Samsun Sporê dike mêvan. Di vê komê de Sakarya Spor bi 39 pûanan yekemîn e, Amed Spor bi 24 pûanan di rêza 8'an de ye. Mêvanê Amedê Samsun ku di vê navberê de kadroyê xwe xurt kir û hedefa derketina lîgek jortir daye ber xwe di rêza 3'yan de xwedî 37 pûanan e.
Di Lîga 3'yem de 3 kom hene ku maçên wan jî 19'ê mehê dest pê dikin. Di van koman de ji tîmên kurdan Diyarbekir, Van BB, Batman Petrol, Cizre Spor hene.


