logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Fanosa Diyojên, Kurd û her wiha

Gotineke Kurdan heye, “Çerxa felekê zû dizivire, cîhan li ser lewnekî ranaweste”. Di salvegera Komkujiya Parîsê de bi

  • Dîrok: 20/01/2014
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Medenî Ferho

Gotineke Kurdan heye, “Çerxa felekê zû dizivire, cîhan li ser lewnekî ranaweste”.  Di salvegera Komkujiya Parîsê de bi deh hezaran mirov li bajarê ronahiyê, paytexta Fransa Wille Lumîêre, yanî bajarê ronahiyê bûn. 

Qerebalixa ku bi sed hezarî hat destnîşankirin, ne tenê Kurd bûn, ne tenê deng û awaz bûn, ew bextê mirovahiyê bû. Ne tenê daxwaza edaletê dikirin, ew dengê hiqûqa gerdûnî bûn.

Piştî demjiyana şerê baweriyan-mezhebî li Ewropayê, siyaset û civaka Ewropayê ket qonaxeke din û dema xwe bi karên vala derbas nekir.   

Piştî şerê xaçparêzî, şerê baweriyê û bizrê hişmendiya çeteyên paramilîter û şerê mezhebî li Asya û Rojhilata Navîn reşand. Îro li Rojhilata Navîn, hêzên çete bi “avakirina dewleta şerîetê” ha ha agir gur û geş kirine. Li Afganistanê 13 sal, li Iraqê 11 sal, li Libya û Misrê 3 sal, li Sûriyeyê jî 2 sal in hîna mizgeftên îslamî nebûne malê yek mezhebî. Gelên herêmê jî li pey meleyê yekmezhebî sef negirtine û limêj nekirine. 

Rêveberên dewletên cîhana Îslamî bi bedena xwe misilman in, lê bi giyanê xwe xulam in. Mirov dikarê mînaka Sultan El Bender nîşan bide, yan jî Ahmed Dawudoglu. Mirovên dewşirme, tenê ji “xeyr-î muslim”an çênabin. Ji misilmanan jî çêdibin. Li Tirkiyeyê, mirov dikare deh TIR’ên çekan dibîne ji çeteyan re û deh keştiyên wekî Mavî Marmara, ji dewşirmeyên wekî Huseyîn Çelîk, Mehmet Şîmşek, Mehmet Metîner dabigire.. 

Ewropa, demeke dirêj e ku netewparêziya xiristiyanî berteref kiriye. Xuya dike ku li Rojhilata Navîn jî wê mezhebparêzî îslamê berteref bike. 

Di şeva Qendîlê de Bulent Ersoy turban girê da, kesk li xwe kir û derket şovê;  lehengê xirabiyê meleyê bi cube Adnan Xoce jî di ekranan de berdevkiya ola Îslamê kir. Di heman şevê de, serokê Teşkîlat-i Esasiye Fetullah Gulen jî waez dan. Di şeva Qendîlê de rezaletek bi xwîn û kirêtiya gotinan dagirtî. 

Ev navên ku di qada navneteweyî de “hîketilk-ji riya olê derketin” bi dest xistine. Obama ji aliyekî ve Camaron ji aliyê din ve dikeniyan. Lê Roland Holland bi skandala evîndara xwe mijul bû. 

Di demeke ku li Fransayê civîna Dostên Suriyeyê kom bû; li Ispanyayê jî Koalîsyona Millî ya Sûriyeyê kom bûn. Encamên balkêş derketin holê. Encam dikarin bibin mijarên mîzahî û pêkenok. John Kerry wiha digot: “Em li hemberî biryarên gelên Sûriyeyê û parastina paşerojên xwe rêzdar in.” Di wê kêliyê de, peyama parlamenterê sunî yê Iraqê ku ji Sultan El Bender re şandiye; mikur hatine ku çeteyên DAIŞ’ê ku têkiliya wan bi îstîxbarata Erebistana Siûdî re heye di medya cîhanê de cih girtin. 

Di wan saetan de, kasêta dengê kujerê taybet, ajanê kontra yê Komkujiya Parîsê Omer Guney aşkera bû. Hinek kesan digotin “kasêt berhema Teşkîlata Fetullah Gulen ê sazumankarê “kolêjên cizvîtî” ye” û hinek kesan digotin “MÎT’a neteweyî ya Erdogan kasêt belav kiriye.” Kê belav kiribe, ne girîng e di 11’ê meha çileyê de ji sedhezarî zêdetir, mirov, bûn bextê mirovahiyê li Parîsê, Gare de Nord, li kolana Rue La Fayette, li meydana Rebublîcê bi fanosa  Diyojen li edaletê, li hiqûqa gerdûnî, li mafê mirovan û li mirovên dewletî digeriyan.

Li aliyekî xiristiyanan milîtan, li aliyekî neteweya milîtan, li aliyê din jî misilmaniya milîtan, bûne keleh û bircikên berjewendiyên bazirganî. Ji bo dikaribin kujeriya xwe, gunehkariya xwe rewa bikin, gelê Kurd, Tevgera Kurd wekî qurban bijartin. 

Ev navê têkçûna îradeya hişmendî û hewnegiriya cîhanê ye. Demjiyaneke ku li cîhana îslamî “kolejên cizvîtiya Fetullah” di “rewacê” ne, daxwaza fêrbûn û perwerdeyê jî hat xesandin.

Ji roja ku zimanê mirovan di şikefta devê wan de geriya, gotin li hev mehr kirin; tiliyên mirovan pênûs girt, gotin rêz kirin û heta niha, fêrbûn, perwerde bûye bextewariya mirovahiyê. Di zindanan de jî, fêrbûn ronahî ye û parçekirina zincîrên dîlgirtinê ye. Yezdanê li banê banî, li ser textê abad rûniştiye, pêxember şandine, ji bo mirovahiyê ji tofanê rizgar bike kêştî dane çêkirin, pirtûk dane nivîsandin, mûcîze dane pêkanîn, dojeh û bihuşt saz kirin. Ev teva ji bo fêrbûn û zanistê ne. Ev teva pesindariya zanistê ne. 

Lê dewşirmeyan, ola îslamî di gotinekê de, di bazarên El Bender de di turbana Bulent Ersoy de, di xirabiyên Xoceyê bi cube de, di “kolêjên cizvît”ên Fetullah Gulen û gotinên wî ku wekî tûşên daktiloya arzuhalciyan di guhên guhdaran de dikin şeqeşeq, hatiye kuştin. Êdî di cîhana îslamî de, “spazma entelektuelî” dest pê kiriye.

Spazma entelektuelî, di cîhana Kurd de jî  pir zêde bûye. Li dora Erdogan binêrin, li medya Teşkîlata Gulen û Teşkîlata Erdogan binêrin, hûn ê wan bibînin. 

Dema di televîzyonên teşkîlatan de diaxivin; tev wekî ketiyên transformasyona burjuva xuya dikin. Nexweşiya feodaliya ketî ye. Ev navê Mehmet Mîr Dengîr e. Di ekranên televîzyonê de malbata xwe bi “mîr”îtî bi nav kir. Ev teva mirovên plankirî ne. Jixwe Kenan Evren, xanzadeyê darbeya faşîst a 12’ê Îlonê got: “Ez çi bikim bi rewşenbîrên wiha.”  

Gotina dawî: Parîs, kabeya dek û dolaban, lîstik û rîpan e.

 

Yeni Ozgur Polîtîka

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Tenduristiya Ahmet Turk baş e

ad

Festîvala Şanoyê ya Stenbolê amade ye

ad

Kovboyê herî dewlemend

ad

Dixwazin nivîskar Menaf Osman dersînor bikin!

ad

Fotoyê Rojê ev e

ad

Li Riha û Mêrdînê herêma berendamên serbixwe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname