WASHINGTON
Nûneriya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya li DYA’yê li Washingtonê konferansa bi ser navê “Di Rojhilata Navîn ya Nû de Rola Kurdan” li dar xist. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ji ber ku dereng ji Ewropayê derket û kar û barê wî yên vîzeyê temam nebûn bi vîdeoyê tevlî konferansê bû. Muslim rexne li Ewropa û DYA’yê kir ku kurdan bi tenê dihêlin.
Muslim di konferansa ku Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş, gelek siyasetmedarên kurd, akademîsyen û kesên di çapemeniya cîhanê de têne naskirin tevlîbûn de bi rêya Skype beşdar bû û di konferansê de peyamên zelal dan Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê (DYA).
'ARMANCA ME AVAKIRINA MODELEK DEMOKRATÎK E'
Muslim da zanîn ku, kurd di şerê li Sûriyeyê de bi tenê hiştine û dixwazin di xaka wan de hepis bikin û ji bo rakirina ambargoya li ser wan bang li DYA’yê kir. Muslim got: “Hedefa me ew e ku em li Rojava modelekî demokratîk ava bikin. Hemû hewldanên me ji bo vê ne. Eger ji DYA û welatên din bixwazin bi me re delegasyonekê çêbikin, em ji bo hevdîtinan amade ne.”
'PÊWÎSTE DYA BI PYD'Ê RE BIKEVE NAVA TÊKILIYAN'
Di rûniştina duyem ya ku rojnamevan Mûtlû Çîvîroglû bi rê ve dibir de rojnameger Amberîn Zaman jî got, ew ecêb maye heya niha çawa DYA’yê vîze nedaye Salih Muslim. Zaman balkişand ser girîngiya kurdan li Sûriye û Rojhilata Navîn û da diyarkirin ku, pêwîst e rêveberiya DYA’yê vê cidî bigire û bi PYD’ê re bikeve nav têkiliyan.
Ji BDP’ê Nûnerê berê yê DYA’yê û Parlementerê Wanê Nazmî Gur, Nûnerê BDP’ê yê Washingtonê Mehmet Yuksel, rojnameger-nivîskar Cengîz Çandar, ji Nûnertiya DYA yê Hikumeta Kurdistanê Karwan Zêbarî, akademîsyen Kejal Rehmanî, Kirmanj Gundî, Chrîstîan Sinclair, Prof. Michael Gunter, Davîd Phîllîps, endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê PYD’ê Alan Şêxmûs, Nûnerê KNK’ê yê DYA Saîf Bedirxan tevlî konferansê bûn.
Konferansa li Washingtonê têkildarî pirsgirêka kurd hate li darxistin, kesayetên girîng wekî guhdar beşdar bûn û di beşa piştî nîvro de jî çav lê ye ku ji Kongreya DYA’yê hinek kesên berê û nû wekî axaftvan beşdar bibin.