Diyarname
Kovara W bi hejmara xwe ya nû derket pêşberî xwendevanan. W’yê di hejmara xwe ya rêbendan-reşemî de dosyaya xwe li ser “Di rewşenbîriya kurdî de rola Binxetê” amade kiriye.
Kovara wêjeyî, çandî, hunerî ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Amedê ve wekî kovareke du mehane tê derxistin, gihîşt hejmara xwe ya 50’î.
Di dosyaya kovarê de gelek nivîskarî gotar lêkerine. Hin ji wan nivîsên di dosyayê de ev in: “Xet û Binxet” (Adar JIYAN), “Roj wê bê” (Bêrîvan DOSKÎ), “Tevgera Rojnamegerî û nivîsîna Kurmancî li Roava” (Berzo MEHMÛD), “Ez Rojava me” (Tajdîn TÛRAN), “44 Serxet û Binxet” (Helîm YÛSIV), “Binxet, komira bin terafê!!” (Kawa ŞÊXÊ), “Binxet /Rojava stargeha kurdên bakur” (Lokman POLAT), “Derengmayî…?” (Mehmet TEKÇE), “Qamişlo û herêma Cizîrê (Binxetê)” (Konê REŞ), “Binxet warê havênê rewşenbîriya kurdî ye” (Feratê DENGIZÎ), “Nîvê veşarê” (Teymûr EVDIKÊ), “Serxet û Binxet” (Şêxmûs SEFER), “Li çiya masiyekî tî” (Omer DILSOZ), “Bêbuhar (1931-2009)” (Narîman EVDIKÊ), “Rojava” (Hogir BERBIR), “Li Rojava roj hiltê” (Narîn ŞÊXÊ), “Gername” (Omer FÎDAN)
Her wiha bi yek ji hunermendên rojavayê Kurdistanê Mizgîn Tahir re jî hevpeyvîneke hatiye kirin.
Kovarê ragihandiye ku di hejmara Adar û Avrêla 2014’an wê li ser Osman Sebrî, di hejmara Gulan û Pûşpera 2014’an jî li ser “Dengbêjî” dosyayê amade bikin û yên bixwazin dikarin ji niha de nivîsên xwe ji bo kovarê bişînin. Her wiha edîtoriya kovarê wekî dosyaya Tîrmeh û Gelawêja 2014’an jî “Di Romana Kurdî De Karakter “ diyar kiriye.